Hêzên hikumeta Şamê bi dehan bendên kontrolê li Derayê danîn

Hêzên hikumeta Şamê bi 100 bendên kontrolê û nuqteyên leşkerî yên ewlehiyê li bajarê Deraayê danîn.

Hêzên hikumeta Şamê bi dehan bendên kontrolê li Derayê danîn
19 mijdar, 2020   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê piştî zêdetirî du salan ku hêzên hikumetê kontrol kir, rewşeke ne aram e.

SOHR`ê got hêzên hikumetê 100 bendên kontrolê û nuqteyên leşkerî li herêmên ku beriya lihevkirinên ne di bin kontrola wê de bûn, belav kirin.

Li gorî SOHR`ê bendên kontrolê û nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumetê li gundewarên Dera yên rojava û rojhilat in.

Her wiha hêzên parastinê yên asmanî û topavêjên hikumetê li gundewarê bakurê Derayê li Til Mehs, Til Um Horan û Til El-Hara hatine bicihkirin. Li wan hemûyan "Radarên" girêdayî komên alîgirên Îranê hene.

(şx)