Li Minbicê yekemîn kovara “Jineolojî” bi zimanê erebî derket

Navenda Lêkolînan a Jineolojiya ya bajarê Minbicê hejmara yekemîn a kovara “Jineolojiya” bi zimanê erebî, derxist.

Li Minbicê yekemîn kovara “Jineolojî” bi zimanê erebî derket
19 mijdar, 2020   13:35
MINBIC

Li pirtûkxaneya Mihemed Minle Xizeyl a bajarê Minbicê bi amadebûna endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, kovar hate ragihandin.

Piştî hejmarên ku bi zimanên kurdî, turkmenî û zaraveya Soranî derketine, kovar bi zimanê erebî hat derxistin.

/kr/uploads/files/2020/11/19/133551_124309_menbeg-jinn-28129.webp

Di kovarê de mijarên çaresekirina pirsgirêkên civakî bi giştî, pirsgirêkên jinan bi taybetî, hemû cureyên tundiya li dijî jinan, zanist, pêşketina jinan, sosyolojiya, femînîzm, zanistên civakî, şoreşa jinê û Êzidiyan, hene.

Berdevka fermî ya Navenda Lêkolînan a Jineolojiya Yasmîn Qoço diyar kir ku bi nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, dê hejmara yekemîn a kovarê li ser saziyan bê belavkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FS_N2L5hrCo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>