Şandeya KNK`ê li Silêmaniyê bi tevgera Goran re rûnişt

Şandeya KNK`ê li bajarê Silêmaniyê bi şandeyeke tevgera Goran re civiya. Her du aliyan tekezî bi çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir.

Şandeya KNK`ê li Silêmaniyê bi tevgera Goran re rûnişt
19 mijdar, 2020   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus di çarçoveya serdanên ji bo aliyên siyasî de, li bajarê Silêmaniyê bi şandeyeke tevgera Goran re civiya.

Hevserokê KNK’ê da zanîn ku wan daxwaza hevdîtinê ji Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kirine.

Piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Berdevkê tevgera Goran Ednan Osman diyar kir ku serdana KNK’ê di çarçoveya hewldanên ji bo aramiya Herêma Kurdistan û aloziyên dawîn de bû.

Edanan Osman got: “Îro me li ser bûyerên dawîn ên li Herêma Kurdistanê ku metirsiyeke mezin ji bo xelkê çêkiriye, guftûgo kir. Çareserî tenê rê girtina li şer, diyalog û guftûgoyê ye. Beriya niha jî parlamentoyê şerê navxweyî heram kiriye. Divê hemû aliyên siyasî girêdayî biryarê bin.”

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus jî di heman daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Armanca KNK’ê çêkirina zemîneke diyalogê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên dawîn ên li Başûrê Kurdistanê çêbûne, divê aliyên siyasî dest bi danûstandinan bikin û bi hevre nakokiyan çareser bikin. Divê ji bo ku şer çênebe, em hemû bi hev re rê li aloziyan bigirin. Ji ber ku egera şer wê hemû destkeftiyên gelê Kurd ji nav bibe.”

Hevserokê KNK’ê herî dawî jî got: “Me daxwaza hevdîtinê ji birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kiriye. Lê heya niha bersiva me nedane.”

(cx)