Dewleta Tirk a dagirker hewl dide zeyta ji Efrînê diziye, bifiroşe DYA’yê

Dewleta Tirk a dagirker, piştî Spanya û Almanyayê, niha jî hewl dide zeyta zeytûnên Efrînê ku didize, bifiroşe bazara DYA’yê.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide zeyta ji Efrînê diziye, bifiroşe DYA’yê
19 mijdar, 2020   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera Duvar a Tirkiyê, serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Antakyayê (Lîwa Îskenderûn) Hikmet Çinçin di civînekê de diyar kir ku wezaretên çandinî û ekonomiyê yên dewleta Tirk, destûra firotina zeyta zeytûnên Efrînê daye kooperatîfa krediyê ya çandiniyê ku girêdayî wezareta çandiniyê ya dewleta Tirk e.

Hikmet Çinçin got: “Min niha bihîst ku nûnerên Kooperatîfa Krediyê ya Çandiniyê ji bo bazara zeyta zeytûnê çûne New Yorkê. Dixwazin 90 hezar ton zeytê ji Efrînê anîne, bifiroşin bazara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.”

Dewleta Tirk a dagirker, li Efrîna dagirkirî dest daniye ser zeviyên zeytûnan ên efrîniyên ku bi darê zorê dane koçberkirin.

Li gorî rayedarên Meclisa Kantona Efrînê, di nava 3 salên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker bi hezaran ton zeytûn û zeyta zeytûnan ji Efrînê dizî û derbasî Tirkiyê kir.

Her wiha eşkere bûbû ku dewleta Tirk beşek ji zeyt û zeytûnên ji Efrînê didize, li bazarên Spanya û Almanyayê difiroşe.