Almanya: Lûtkeya Ewropayê dê ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk nîqaş bike

Wezîrê karên derve yê Almanyayê ragihand ku dewletên Ewropayê dê ferzkirina cezayan li dijî Enqereyê nîqaş bikin.

Almanya: Lûtkeya Ewropayê dê ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk nîqaş bike
19 mijdar, 2020   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas got lîderên Yekitiya Ewropayê (YE) ji ber tevgerên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryayê Spî dibe ku cezayan li dijî dewleta Tirk nîqaş bikin.

Dewleta Tirk girêdayî herêmên aborî li rojhilatê Deryayê Spî bi Yewnanistan û Qibrisê re ket nava rageşiyeke têkildarî sînorên deryayî.

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu di Îlonê de got ew dûr dibîne ku Yekitiya Ewropayê (YE) dewleta Tirk ceza bike, ji ber nakokiyên deryayî yên bi Yewnanistan û Qibrisê re û helwestên yekitiyê di vî warî de ne yek in.

 (şx)