Pompeo serdana Colanê û wargeheke Îsraîlê li Dîfa El-Xerbiyê dike

Îro wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo serdana Colanê û wargehekê li Dîfa El-Xerbiye dike.

Pompeo serdana Colanê û wargeheke Îsraîlê li Dîfa El-Xerbiyê dike
19 mijdar, 2020   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand ku tê payîn Pompeo serdana herêma Colanê ku Îsraîlê di 1967`an de dagir kiriye û wargeha Pisgot a li Dîfa El-Xerbiye bike.

Pompeo di çarçoveya serdana xwe ya dawîn de beriya ku erka wî di rêveberiya serok Donald Trump de bi dawî dibe, duh gihaştibû Îsraîlê.

 (şx)