Trump hewl dide Hûsiyan bixe nava lîsteya terorê

Rêveberiya serokê DYA’yê Donald Trump amadekariyê dike ku komên Hûsî yên li Yemenê yên alîgirên Îranê ne, wek rêxistineke terorîst qebûl bike.

Trump hewl dide Hûsiyan bixe nava lîsteya terorê
19 mijdar, 2020   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara Foreign Policy duh bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) karmendên amerîkî û hinek karmendên di rêxistinên sivîl de veguhastin derveyî herêmên di bin kontrola komên Hûsî yên li bakurê Yemenê de.

Girêdayî heman mijarê berpirsên biryarê ragihand ku zêdetirî 10 amerîkiyên ku karmendên NY û saziyên xêrxwaziyê yên navneteweyî yên li Yemenê ne, bi awayekî demkî ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan li Senaayê de hatin veguhastin.

Li aliyekî din, NY û saziyên xêrxwaziyê yên navneteweyî hewl didin Turmp ji diyarkirina Hûsiyan wek rêxistineke terorîst a biyanî paş de bikişînin. Lê biryar dê serkeftineke din ji bo wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo di stratejiya xwe ya li dijî Îranê de pêk bîne.

Kovara ku agahiyên xwe dispêre dîplomatekî,  wiha da zanîn: “Ji demekê ve pê difirikin. Lê Pompeo dixwaze vê xetê bi lez bike. Ji ber ku beşek ji siyaseta erdê şewitî ye, ya ku rêveberiya Amerîkayê ji demekê ve dimeşîne.”

Heman çavkanî destnîşan kir ku nûnerê  NY`yê yê Yemenê Martin Griffiths di çend hefteyên dawîn de zext li DYA`yê dikir da ku ji vê biryarê paşde vekişe. Her wiha bang li sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî kir ku mudaxele bike ji bo ku bandorê li Pompeo bike.

 (şx)