DYA’yê ceza li rayedarên Belarûsyayê û “astengkerên çareseriyê” yên li Lîbyayê ferz kirin

Kongreya DYA’yê erê kir ku ceza li hin rayedarên Belarûsyayê û kesên ku çareseriya siyasî ya li Lîbyayê asteng dikin, werin ferzkirin.

DYA’yê ceza li rayedarên Belarûsyayê û “astengkerên çareseriyê” yên li Lîbyayê ferz kirin
19 mijdar, 2020   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qanûna ku mafên serok di ferzkirina cezayan de li ser rayedarên Belarûsyayê û endamên komîteya hilbijartinên serokatiyê yên ku di 9`ê Tebaxê de pêk hatine û di encamê de Aleksander Lukaşenko bi ser ket, erê kir.

Malpera Kongreyê da zanîn ku serokê DYA`yê dikare nîşaneya derbasbûna her welatiyekî biyanî ku endamê komîteya hilbijartinên Belarûsyayê ye yan jî her rayedarekî ku têkiliya wî di meşandina zextê li ser dezgehên çapemeniyê yên serbixwe de heye, qedexe bike.

Her wiha qanûna ferzkirina cezayan li ser astengkerên çareseriya siyasî yên li Lîbyayê jî hate erêkirin.

 (şx)