Rojnameyên erebî: Nameyên Îsraîlê ji bo Îranê li Sûriyê û siyaseta Erdogan krîza aborî giran dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrişa asmanî ya Îsraîlê li dijî Şamê de nivîsî, her wiha mijara krîza aborî ya Tirkiyê û rewşa hundirîn a li Lîbyayê û Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Nameyên Îsraîlê ji bo Îranê li Sûriyê û siyaseta Erdogan krîza aborî giran dike
19 mijdar, 2020   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÊRIŞÊN ASMANÎ YÊN ÎSRAÎLÊ NAMEYEK BÛN JI BO RAYA GIŞTÎ PIŞTÎ TÊKÇÛNA TRUMP’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsî: "Hejmara kuştiyên di encama êrişên asmanî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê de roja çarşemê, gihaşt 10 kuştiyan, ji wan 3 serbazên Sûriyê yên hêzên parastina asmanî ne, yên din ji welatên cuda ne, li gorî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand.

Li gorî raporeke Ruetersê êrişa çarşemê herêmeke berfireh da ber xwe, vê carê artêşa Îsraîlê wekî hîn bêtir bi biryar xuya kir û behsa gelek hûrgiliyên êrişan kir, ev jî pir eşkere dike ku ew dixwaze nameyeke zelal bigihîne raya giştî der barê destwerdana Îranê ya li Sûriyê de.

Li Til Evîvê jî çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlê ya payebilind duh piştrast kir ku êrişên asmanî yên Îsraîlê yên şeva borî, bi zanebûn li hin fermandarên Îranê yên mezin nexist ku li taxeke diyar ya nêzî Şamê ne, lê tenê wê çend moşekên sivik avêtin ber malên wan û ew hişyar kirin têkildarî projeya bicihbûna li Sûriyê û bi taybet li başûrê Sûriyê, nêzî xeta di navbera Îsraîl û Sûriyê de.”

‘ŞAŞIYÊN ERDOGAN PIRSGIRÊKÊN ABORIYA TIRIYÊ GIRAN DIKIN’

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Li gorî lêkolînên pisporan, siyaseta serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan, pirsgirêkên aboriya Tirkiyê giran kirine, her wiha diyar e ku hikumetê nikarî krîza aborî bi rê ve bibe, ji ber ku wisa buhayê lîreyê Tirkiyê daketiye, li bankan jî pereyên berdest kêm bûne.

Erdogan bilindbûna faîzê li bankaya navendî rexne kir, beriya civîna yekem a der barê polîtîkayên diravî de piştî ku serokekî nû yê bankayê erkdar kir.

Di Tîrmeha 2018`an de gelek kesayetên payebilind ên partiya wî behitî man, çawa Erdogan aborîzanê pispor Mehmet Şîmşek ku 9 salan aboriya Tirkiyê bi rê ve bir, ji kar avêt û li şûna wî zavayê xwe Berat Albayrak ji bo rêveberiya Wezareta Aboriyê erkdar kir.

Xuya ye serokkomar bi xwe jî behitiye ka çawa di bankayê de pereyên berdest kêm bûne, tevî ku hemû saziyên ragihandinê yên xwecih û navdewletî jî behsa vê tiştê dikin.”

‘PIŞTÎ TÊKÇÛNA HEVDÎTINÊN TÛNISÊ MISIR HEWL DIDE YEKITIYA PARLEMANA LÎBYAYÊ PÊK BÎNE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Qahîre amadekariyên lidarxistina civîneke şêwirê ya yekitiya parlemana Lîbyayê dike, her wiha hewl dide arîşeyên di nava parlemanê de kêm bike ku ew arîşe bûne sedema parçebûnê û hiştiye ku parleman nekare erkên xwe yên vê pêvajoya girîng a dîroka welêt, pêk bîne.

Serokê parlemana Misirê Dr. Elî Ebdilal hempîşeyê xwe yê Lîbyayê ji bo civînekê vexwend Qahîreyê da ku arîşeyên di navbera endamên parlemana Lîbyayê de kêm bike û li ser hinek prensîbên çareya siyasî ya aloziya Lîbyayê lihevkirin çêbe."

‘LI BENDA AVAKIRINA HIKUMETA DEWLETA LUBNANÊ RAWESTIYAYE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Exbar wiha nivîsî: "Mijara rawestandina piştgiriya Lubnanê bûye mîna çîrokeke bitirs ji bo lubnaniyan, kengî dê piştgiriya bo Lubnanê raweste? Ev pirs dubare dibe û kes tune ye bersivê bide, tişteke diyar tune ye, banka navendî behsa pereyên rezerve nake, Riyad Selama jî her dixwaze ta avakirina hikumetê ji xwe re demê qezenc bike, lê ne li ba banka Lubnanê ne jî li ba hêzên siyasî tu plan tune ne eger avakirina hikumetê dereng bimîne. Welatî jî buhayê vê xemsariyê didin."