Pompeo destpêkirina hevkariyê di navbera Behrên û Îsraîlê de piştrast kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got, Îran ji ber tevgerên xwe dê bi tenê bimîne. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku di encama desteka Amerîkayê de aştî bi Behrênê re pêk hat. Wezîrê derve yê Behrênê destpêkirina karê hevbeş bi Îsraîlê re ragihand.

Pompeo destpêkirina hevkariyê di navbera Behrên û Îsraîlê de piştrast kir
18 mijdar, 2020   16:53
 XEZA

Di çarçoveya serdana lûtkeya sêalî de ya li Îsraîlê li dar dikeve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pomeo bi Serokê Hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Karên Derve yê Behrênê Ebdullatîf Bin Raşid El-Zeyanî re civînek çapemenî ya hevbeş li dar xist.

Mike Pompeo piştrast kir ku Îran heke tevgerên xwe neguhere dê bi tenê bimîne û got: “DYA`yê ji bo pêkanîna lihevkirinên aştiyê yên dawî alîkar bû.”

Benjamin Netanyahu jî got aştiya bi Behrênê re li ser bingehên rast ava bûye û wiha domand: “Desteka serok Turmp a xurt, rolek di pêkanîna aştiyê de bi Behrênê re lîst. Di 6 hefteyan de 3 lihevkirinên aştiyê pêk hatin.”

Ji aliyê xwe ve El-Zeyanî banga çareserkirina aloziya di navbera Filistîn û Îsraîlê de kir.

Di Îlona borî de Behrên û Îsraîlê gihaştin lihevkirina aştiyê bi sponseriya Amerîkayê.

Îsraîl û Behrênê di 18`ê Cotmehê de li Manama lihekvirinên hevkariyê yên hevbeş di gelek waran de îmze kirin.

(şx)