Netanyahu: Em nahêlin Îran hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê xurt bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku welatê wî rê nade ku Îran hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê xurt bike. Her wiha ragihand ku Îsraîlê vê sibehê hinek nuqteyên Feyleq Quds a Îranê kirine hedef.

Netanyahu: Em nahêlin Îran hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê xurt bike
18 mijdar, 2020   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Benjamin Netanyahu got: “Hêzên asmanîya Îsraîlê, vê sibehê êrişî nuqteyên girîng ên Feyleq Quds a Îranê li Sûriyê û nuqteyên artêşa Sûriyê kirin.”

Benjamin Netanyahu li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Îsraîl nahêle Îran hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyê bi cih bike.  Wê rê nede ku Îran ji Sûriyê êrişî Îsraîlê bike. 

(şx)