Iraqê piştrast kir ku Washington ji bo kêmkirina hêzên xwe li Iraqê gav avêtine

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên piştrast kir ku diyaloga stratejîk bi rêveberiya Amerîkayê re girêdayî vekişandina hêzên xwe ji Iraqê bê navber didome. Hisên destnîşan kir ku aliyê Amerîkî di warê kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê li Iraqê de gav avêtine.

Iraqê piştrast kir ku Washington ji bo kêmkirina hêzên xwe li Iraqê gav avêtine
18 mijdar, 2020   16:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Fûad Hisên di civîneke çapemenî de got: “Me civînek girîng bi balyozê Amerîkayê û fermandarên leşkerî yên Iraqê re lidar xist, da ku encamên diyaloga stratejîk a kêmkirina hêzên Amerîkayê li Iraqê nîqaş bikin.”

Hisên wiha domand: “Di diyalogê de behsa ji nû ve belavkirina hêzên Amerîkayê li derveyî Iraqê hate kirin. Aliyê Amerîkayê di vî warî de gav avêtin.”

Hisên diyar kir ku hêzên Amerîkayê yên li Iraqê mane, ne şerker in û diyarkirina demên vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê piştrast kir.

Hisên destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê li ser daxwaza hikumeta Iraqê hatin û li ser vekişandina 500 endamên hêzên Amerîkayê hatiye lihevkirin,

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Christopher Miller duh ragihand Serok Donald Trump ê ku dema serokatiya wî qediye, dê hêzên Amerîkayê li Iraqê ji 3 hezar heta 2 hezar û 500 kêm bike.

(şx)