Pentagon wê hejmara hêzên xwe li Iraq û Afganistanê kêm bike

Pentagonê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê li Iraq û Afganistanê da.

Pentagon wê hejmara hêzên xwe li Iraq û Afganistanê kêm bike
17 mijdar, 2020   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Christopher Miller got ku biryara kêmkirina hêzan bi fermana Trump û piştî şêwrê digire Konseya Ewlekariya Neteweyî û fermandarên leşkerî hate girtin.

Pentagonê diyar kir ku hejmara hêzên Amerîkî yên li Iraqê wê ji 3 hezar û 200 dakeve 2 hezar û 500 û ragihand ku vekişandina beşek hêzên Amerîkayê ji Iraq û Afganistanê wê di çend saetên bê de dest pê bike.