MSD'ê amadekariya lidarxistina Kongreyeke Neteweyî dike

MSD'ê amadekariyên lidarxistina "Kongreya Netewî ya şêniyên Cizîrê û Firatê" dike. Kongre wê di dawiya vê mehê de pêk were. Riyad Derar diyar kir ku di kongreyê de wê rewşa siyasî, leşkerî, rêveberî, perwerde û xizmetguzarîya herêmê werin nîqaşkirin.

MSD'ê amadekariya lidarxistina Kongreyeke Neteweyî dike
18 mijdar, 2020   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED MIHEMED

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji 11'ê Îlonê ve bi dirûşmeya "Kongreya netewî ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê" dest bi lidarxistina komxebatan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Armanc ji van kongreyan ew e ku kongreyeke niştimanî ji bo hemû pêkhateyên Cizîrê û Firatê li dar bixin.

Di vê çarçoveyê de 13 komxebat li Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqa û komxebatek ji bo koçberên li herêmê hatin lidarxistin. Pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çerkezan beşdarî komxebatan bûn.

ATMOSFÊREKE SIYASÎ BI EWLE

Girêdayî girîngiya van komxebatan Hevserokê MSD'ê Riyad Derar ji ANHA'yê re axivî.

Riyad Derar got: "Komxebatên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin xaleke girîng di jiyana siyasî û civakî de bûn. Piştî tecrubeya Rêveberiya Xweser û tecrubeya MSD'ê ya 5 salan borî, her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk a ku şerê terorê kir û herêm ji DAIŞ'ê rizgar kir ev komxebat atmosfêr û aktora rizgarkirina rewşê heyî û ya jiyanî danî."

Derar destnîşan kir ku tevî azar, zehmetî û ambargoyê ev komxebat ji bo pêvajoya aramî û avakirinê de girîng in û got: "Di van komxebatan de me nêrînên welatî û niştecihên herêmê gundar kir da ku rewşeke nû ava bikin, dibe hemû kes bi hemû rengên xwe di hundirê herêmê an koçberên Sûriyê yên ji herêmên din hatine beşdar bibin, ji ber bûyerên li herêmê ji şer û azaran rû didin."

Derar îşaret pê kir ku pêvajoya aramî û avakirinê de piştî kongreya netewî ya giştî ya ku tê payîn 25'ê Mijarê li dar bikeve wê ji nû ve dest pê bike û wê ji berê bêtir erênî û avakar be.

Der heqê girîngtirîn dozên siyasî de Derar da zanîn ku tê pêşbînkirin ku ji kongreyê tevahî hewcedarî bê dabînkirin da ku zemîneke siyasî ya ewle ku tê de xebata siyasî, sandîka, azadiya nêrîn, rêxistin û xebata civakî hebe, bê avakirin. Her wiha divê azadiya çapemenî, piştevanî û xurtkirina civaka sivîl, komele û rêxistinên şêniyan bên dabînkirin, li aliyekî din jî divê tevahî hevkarî hebe da ku piştevaniya azadiya giştî yên pêwîst bê kirin ku civaka sivîl geş be û rola xwe di avakirin, çavdêrî û beşdarbûnê de bilîze.

Lê têkildarî form û sazûmaniya rêveberiyê, Hevserokê MSD’ê Riyad Derar destnîşan kir ku kongreya ku li dar keve, divê tê de şertên beşdarbûnê yên tevahî şêniyên herêmê di rêvebirina herêmî de hebe û dê ew beşdarbûn bi mekanîzmayeke demokrasî ya hevbeş pêk bê û tê de piştevaniya çalakiyên siyasî û civakî hebe.

 ‘LI SER ITÎRAFKIRIN MATERYALÊN PERWERDE LÊKOLÎN TÊN KIRIN’

Der barê tiştê ji kongreyê li ser perwerdê de derkeve, Derar diyar kir ku dê di kongreyê de li ser pergala perwerdê û materyalên guncaw bên nîqaşkirin û wiha got: "Hin axaftin derketin ku pêwîstî bi nîqaşkirina pergala perwerdê û meteryalan heye, her wiha da ku tevahî xwendekar bê cudahî têbigihin û mijara xwendinê di merheleya destpêkê de ji tevahiyan re îcbarî be, her wiha dibistanên pêwîstiya wê bi avakirinê hebe, bên avakirin."

Derar wiha domand: "Dê di kongreyê de nîqaş li ser dîtina mekanîzmaya itîrafkirina bi materyalên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê nîqaşkirin û ew jî mijareke girîng e tevahî beşdaran li ser axivîn."

Li rexê wê jî Derar bilêv kir ku dê di kongreyê de li ser lihevkirina çawaniya dabînkirina pêdiviyên şêniyan bê nîqaşkirin û wiha pê de çû: "Dê di kongreyê de li ser mijar û pêdiviyên pêwîst ên şêniyan û çawaniya dabînkirina wan hewcedarî û madeyên bingehîn bê nîqaşkirin, da ku di nava tevahiyan de be û li gorî siyaseta diyarkirina bihayeke guncaw ku tu zirarê li kesî neke hebe û neyê keysbazkirin."

Derar li ser mijarên çandiniyê yên girêdayî cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di kongreyê de bên nîqaşkirin wiha got: "Çandinî û cotkar mijareke girîng e ku beşdar li ser diaxivin û dê lêkolîn li ser piştevaniya beşa çandinî û xurtkirina cotkaran, bi taybet ên ku sûdê ji milkên dewletê digirin bê kirin, ew jî çi bi rêya hevkarî û şopandinên ku xizmeta berhem, belavkirin û mezextinan dike û çareseriya tevahî giliyên girêdayî vê mijarê dike, pêk were."

‘KONGRE JI BO DABÎNKIRINA NÊRÎNEKE HEVPAR JI PÊŞEROJA SÛRIYÊ RE GIRÎNG E’

Derar da zanîn ku ev kongre pir girîng e, ji ber dê têkiliyên erênî di nava rêveberî, welatî û şêniyên li herêmê de  ava bike  û wiha got: "Kongre pir girîng e, ji bo ku nêrîneke yekgirtî ji pêşeroja Sûriyê re dabîn bike. Da ku tevahî şênî û pêkhateyên wê digel pergala nenavendî ya demokrasî, biratiya gelan beşdar bin, ku Sûriyê di avakirina pêşeroja bê de bi ser keve."

Derar îşaret pê kir ku pêdiviya van tevahî nêrîn û nîqaşan bi guhartina binesazî, sazûmanî û formê rêveberiyê û beşdariya pisporan û nûkirina wê heye, da ku xizmetî berjewendiyên giştî bike û ev jî şoreşeke nûkirinê ya xebatên Rêveberiya Xweser, xebatên tevgera siyasî û leşkerî bi beşdariya civaka sivîl e, da ku di tevahî çalakiyên li herêmê de aktîf û amade be.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Em li benda serkeftineke mezin a vê kongreyê ne, da ku tevahî çînên civakê destkeftiyên xwe fêm bikin. Ev jî tenê bi beşdariyeke aktîf, rastîn û piştevaniya nûkirina rastîn pêkan e, da ku encamên wê serkeftî û xurt bin."

(fr)

ANHA