Sebrî Nebo: Bi dehan şûnwarên dîrokî yên Girê Spî têne talankirin

Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî hişyarî da ku çarenûsa bi dehan cihên dîrokî yên li kantona dagirkirî mîna Dehlîz û Til Sahlan, têne talankirin. Her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku rê nedin dagirkeran ku şaristaniya wan a kevnar talan bikin.

Sebrî Nebo: Bi dehan şûnwarên dîrokî yên Girê Spî têne talankirin
18 mijdar, 2020   02:21
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku di 9`ê Cotmeha borî de kantona Girê Spî dagir kir, hîna cihên dîrokî yên kantonê mîna Til Dehlîz, Til Sehlan, Sebî Ebyed û bajarê Faw talan dikin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî, vekolandinên veşartî li hinek cihan pêk tên û dewleta Tirk û çeteyên wê, vê yekê hêsan dikin. Heke talankirina cihên dîrokî bidome, dê kerasetek rû bide.

Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo hişyarî ji van kirinan da û got ew dê bibin sedema keraseteke çandî û şaristanî.

Nebo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina kantonê ve, rê dide dizan da ku cihên dîrokî bidizin, ev yek rê li pêşiya rûdana kerasetekê vedike. Nebo got hêzên dagirker armanc dikin xezîneya çandî û şaristanî ya gelên herêmê talan bike.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêma Firatê 108 cihên dîrokî hene û 40 ji wan li herêmên dagirkirî yên kantona Girê Spî ne.

Nebo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina cihên dîrokî mîna UNESCO kir ku cihên dîrokî yên li herêmê biparêzin, ji ber ku mîraseke çandî, şaristanî û mirovî ji hemû cîhanê re ye.

Her wina Nebo bang li şêniyên herêmên dagirkirî jî kir ku rê nedin dagirkeran û dizan ku mîrasa şaristanî û çandî ya herêmê bidizin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cj3NuhbBXdE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>