Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
17 mijdar, 2020   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin sibê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi rêber Ocalan re kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23'ê Îlonê de bi behaneya "nexşeya rê" ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêşkêş kiribû, hevdîtina bi parêzeran re ji bo 6 mehan qedexe kir.