Berpirsekî fransî: Komeleyên Tirkan ên li Ewropayê ku olê bi kar tînin, dê bên girtin

Berpirsekî Wezareta Karên Hundir a Fransayê piştrast kir ku hin alî û komeleyên girêdayî dewleta Tirk ku bi desteka Erdogan olê bi kar tînin, da ku bala Tirkên li Fransa û Ewropayê bikişînin ser xwe. Her wiha eşkere kir ku gelek saziyên ku Enqere desteka wan dike, dê werin girtin.

Berpirsekî fransî: Komeleyên Tirkan ên li Ewropayê ku olê bi kar tînin, dê bên girtin
17 mijdar, 2020   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Hundirîn a Fransayê diyar kir ku rêxistina “Gurên Boz” ne rêxistinek an jî saziyek e, lê belê fikreke îdeolojîk, netewperest û tundraw e, Fransa dê ne tenê saziyên Gurên Boz bigire, di heman demê de hinek komleyên Tirkan ên din jî dê werin girtin.

Heman çavkanî ji tora El-Erebiye re wiha got: “Gelek komeleyên Tirkan fikrên Gurên Boz di nav xebatkarên xwe û şêniyan de bi rêya çalakiyên xwe belav dikin. Heta ku hinek mizgeft hewl didin vê îdeolojiyê bi rêya nimêjin înê belav bikin.”

Her wiha da zanîn ku ev alî olê bi kar tînin da ku Tirkên li Fransa û Ewropayê bikişînin aliyê xwe. AKP`ê ya ku Recep Tayyîp Erdogan serkêşiya wê dike, desteka vê projeyê dikin.

Çavkanî navên saziyên olî û komeleyên sivîl ên ku Enqere desteka wan dike û dê werin çavdêrkirin, wiha bi rêz kirin: Komîteya Birêxistinkirina Misilmanên Tirk li Fransayê (CCMTF), Rêxistina Îslamî ya Tirk a Fermî li Fransayê (DITIB), Partiya Edalet û Geşepêdanê ya Fransî ya ku sala 2015`an ava bûye, Hevalbendiya Serokatiya Tirkên li Derve û Komeleyên Wan (YTB), Yekitiya Fransî-Tirkî, Yekitiya Navneteweyî ya Demokratan (UID) ku têkiliyê vê yekitiyê yekser bi Erdogan re hene û her tim bi rayedarên wê re dicive.

Çavkanî îşaret pê kir ku hinek aliyên ku Enqere desteka wan dike hene, lê hema yekser nayên girtin.

Têkildarî wê, çavkanî piştrast kir ku qedexekirina Gurên Boz li Fransayê erkeke dijwar û girêk e. Nemaze ku xwediyên fikrên nîjadperest ên tundraw li piraniya komeleyên ku dewleta Tirk desteka wan dike, belav dibin ku têkiliyên wan bi tevgerên terorîst re hene.

Piştî ku endamên Gurên Boz li Parîsê êrişî kombûna Ermeniyan kiribû, Fransayê rêxistina Gurên Boz di 4`ê Mijdarê de qedexe kiribû.

(şx)