Li Efrînê sûcên li hemberî jinan berdewam dikin

Sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li Efrînê berdewam in. Çeteyên dewleta Tirk hewl da destdirêjiyê li jinekê bikin.

Li Efrînê sûcên li hemberî jinan berdewam dikin
17 mijdar, 2020   11:19
EFRÎN

Îro komên çeteyan li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî girt ser mala jinekê û xwest destdirêjiyê li jinê bikin.

Piştî ku bavê jinê destwerdan kir û pere dan çeteyan, çete ji malê derketin. Çavkanî ji bo ewlehiya jina ku çeteyan girtiye ser mala wê û ji bo ewelehiya malbat wê, nasnameya wê eşkere nekir.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di 18`ê meha Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir, bi sedan jinên li Efrînê revandin, qetil kirin û destdirêjî li wan kir.

(eh)

ANHA