Şêxmûs: Nakokî dê bi rêya diyalogê çareser bibin

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Remzî Şêxmûs got nakokiyên di navbera aliyên Kurd de li Başûrê Kurdistanê tenê bi rêya diyalogê dikarin çareser dibin.

Şêxmûs: Nakokî dê bi rêya diyalogê çareser bibin
17 mijdar, 2020   07:39
HELEB-MIHEMED EBO-ARIF SILÊMAN

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Remzî Şêxmûs girêdayî rûdanên li Başûrê Kurdistanê û bandorên wê li ser diyalogên heyî û li ser avakirina lêvegera kurdî, nirxandin kir.

Şêxmûs destnîşan kir ku diyalogên heyî yên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ku ji 6 mehan ve pêk tên, gihaştin qonaxeke girîng û divê berdewam bikin.

Şêxmûs di nav gotinên xwe de hebûna astengiya kir û got: “Ji ber ku nakokiyên heyî ne hêsan in. Ji ber ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta îro nehatine çareserkirin.”

Şêxmûs wiha domand: “Her du aliyan, ENKS û Rêveberiya Xweser xwedî projeyên taybet in. Lê hinek pişta xwe didin derve û bi ajandeyên derve ve girêdayî ne. Mebesta min jî îtîlafa Sûriyê ye.”

`MIJARÊN DÛRÎ ÇARÇOVEYA DIYALOGÊ`

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê destnîşan kir ku diyalogên heyî li ser gelek mijaran pêk tên, jê avakirina lêvegereke kurdî, nîqaşkirina pêşeroja Rêveberiya Xweser û ewlehiyê herêmê ye. Şêxmus bi bîr xist ku aliyan li ser xala yekemîn li hev kiriye, tenê hinek xal têne nîqaşkirin.

Remzî Şêxmûs rave kir ku ew ji daxwazên ENKS`ê ecêb maye, bi taybet daxwazên girêdayî perwerdeya bi zimanê kurdî. Şêxmus ew daxwaz bi daxwazên li derveyî çarçoveya diyalogê wesifand û wiha domand: “Di rojên dawîn de em ji daxuyaniyên rêveberên ENKS`ê yên têkildarî zimanê Kurdî û mijarên din ecêb man. Ev pêşniyar ne xalên diyalogê ne. Gelo çima di vê demê de behsa wê tê kirin? Divê em vê yekê bipirsin.”

Şêxmus wiha pê de çû: “Hemû dizanin ku dewleta Tirk yekitiya Kurd red dike, yan jî lihevkirinek di navbera Kurdan de çêbe. Ev yek ji daxuyaniyên Erdogan diyar dibe dema got; “Heke koneke kurdî li Marsê hebe ez ê êrişî wî bikim!” Bila ENKS bizane ku dewleta Tirk wan qebûl nake û tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêzî wan dibe.”

Der barê helwesta ENKS`ê ji dargirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve Şêxmus ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Mixabin hinek alî di mijara “Efrîn dagirkirî ye yan na” de dudilî ne.”

Şêxmus da zanîn ku heke aliyên Kurd nebin yek, Kurdistan, Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî rizgar nabin. Şêxmus bang kir ku divê yekitî pêk were û ji tevahiyan re bibe mînak. Divê aliyên Kurd rolek erênî bilîzin û nakokiyan li ser bingeha biratiyê çareser bikin. Ji ber ku doz yek e û heke partiyek zirar bibîne dê gelê jî zirar bibîne.

Şêxmus di dawiyê de hêvî kir ku yekitî pêk were û destûrê nadin dewleta Tirk ku projeya wan têk bibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hwShxnOQxuQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>