Nivîsgeha Xizmetguzariyên Pîşeyî ya Reqayê 7 piran sererast dike

Nivîsgeha Xizmetguzariyên Pîşeyî ya Meclisa Sivîl a Reqayê di demeke berê de xebata sererastkirina 3 pireyên ku bajêr bi gundewar ve girê dide, bi dawî kirin. Nivîsgeh niha jî xebata sererastkirinê ya 4 pireyên dîtir dike. Dê ew pire nêzî 2 mehan bi lêçûna 300 hezar dolar bi dawî bibin.

Nivîsgeha Xizmetguzariyên Pîşeyî ya Reqayê 7 piran sererast dike
17 mijdar, 2020   07:27
REQA-EHMED ESAF

Di dema beriya rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê de, çeteyan tevahî pirên ku gundewarên Reqayê digihînin bajêr wêran kirin, da ku têkiliya herêmê ji hev qut be û pêşketina QSD’ê ya ji hemleya rizgarkirina herêmê re bi paş bikeve.

Piştî rizgarkirinê, nivîsgeha xizmetguzariyan yekser dest bi xebatê kir û hewl da piran sererast bike.

Nivîsgeha Xizmetguzariyên Pîşeyî xebata sererastkirina 3 piran ji destpêka îsal ve bi dawî kir. Ew jî pireya Hos a ku dikeve çemê Derawişe yê li ser rêya Reqa-Dêrazorê ya li rojhilatê gundewarên Reqayê, pira Ensar a li çemê Ensar ê li gundewarên rojavayê Reqayê û pira Ekêrşî ya ku dibe alîkariya pira sereke ji aliyê baranê ve. Ji ber ava baranê ji çiyayê Beşrî ve diherike û tê ser wê pirê, da ku zirar li bajarokê nebe û lehî tenê di aliyekî re biherike.

Nivîsgeh xebata avakirina 4 pireyên ku bi temamî hatibûn wêrankirin û bi awayekî lezgîn di demeke berê de hatibû sererastkirinê berdewam dike û niha bi rêbazên endazyarî û di bin çavdêriya endazyarên pispor de tên çêkirin.

Pireyên ku nivîsgeh çêdike; pira çemê Belîx mina alîkarê pira li ser rêya Reqa-Dêrazorê ye, di pireyê de 4 kun ji bo herikîna avê hene û kêmberiya her yekê 4 m û bilindbûna wê jî 3 m. Her wiha pira Hetaş li nêzî bajarokê Hezîma yê li gundewarê bakurê Reqayê ku bajarok û gundan bi zeviyên çandiniyê ve girê dide û ew pireke çandinî ye ku xizmetî zêdetirî 10 gundên li gundewarên bakurê Reqayê dike. Li aliyekî din jî nivîsgeh, pireyekê li ser kaniya avê ya Esedî ku gundewarên bakurê Reqayê bi bajêr ve girê dide ava dike û xizmetî zêdetirî 80 hezar şênî dike, her wiha pira çemê Feyd jî heye ku gundewarên rojava bi bajêr ve girê dide û ji cotkar û pez re dibe alîkar ku li her du aliyên çem tevbigerin.

Gerînendeyê Nivîsgeha Xizmetguzariyên Pîşeyî ya Meclisa Sivîl a REqayê Ehmed Heco diyar kir ku bi sedema derfetên kêm ên piştî rizgarkirinê, avakirina piran ji aliyê endazyarî ve dereng ma. Her wiha pir bi şêweyekî lezgînê ji bo xizmetkirina şêniyan hat sererastkirin û piştî piştevaniya guncaw ji aliyên meclisa sivîl ve, xebat bi destpêka îsal re bi awayekî endazyarî pêk hat.

Heco piştrast kir ku niha xebata avakirina 4 pireyan berdewam e û dê bi dawiya îsal re bi dawî bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8sepFEnEVDk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>