Hezkerê çanda Kurdî kelepora resen dide hev

Bi armanca parastina çanda Kurdî û ligel derfetên kêm jî bi hezkirin xebata lêkolîna ser wêje û çanda Kurdî dike. Her wiha amûrên dîrokî di muzexaneyekê biçûk de kom dike û lêkolînên xwe berfirehtir dike.

17 mijdar, 2020   07:46
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Amûr an tiştê ku ji aliyê miletekî di serdemên borî de hatine afrandin yan derxistin dibe çanda wî miletî, parastina wê çandê jî peywira her mirovekî ji wî miletî ye, ji ber ku çand hebûn e.

Çanda gelê Kurd jî bi sedema parçekirina Kurdistanê û serpêhatiyên ku di encamê wê de qirkirina li ser gelê kurd hatin kirin, her ku dem diçe winda dibe. Hin kes hene wê çandê diparêzin yek ji wan kesan Şahir Mihmed e ku bi navê Fîxan Hîmo tê naskirin. Ew şêniyê gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo Rojavayê kurdistanê ye.  

Fîxan Hîmo di sala 1981`an de li gundê Hîmo ji dayîk bûye û ji sala 2004`an de dest bi xebata lêkolîna li ser wêje û çanda kurdî kiriye, di sala 2011`an de wekî muzexaneyeke biçûk li mala xwe vekiriye.

Fîxan ji gundên Rojava û Bakurê Kurdistanê bi taybet ji bajarê Amedê amûrên kevin yên çandiniyê û yên ku di malan de dihatin bikaranîn kom dike û hewl dide ku wan amûran li gel xwe arşîf û bi belge bike. Her wiha nav û dîroka wan jî eşkere bike.

Her wiha Fîxan Hîmo di lêkolînên xwe de pirsa; ka ew amûr bi awayekî çawa hatine bikaranîn?, li kîjan deverê ev amûr hatine afrandin?, dîroka afirandina amûrê?, ev amûr li çend deveran hatiye bikaranîn?, dike.

Amûrên ku Fîxan Hîmo qezenckirin e û di muzexaneya xwe ya biçûk de bi cih kirine ev in: Di bexçê muzexaneyê de Mîkutên ku di serdemên kevin de ji bo goşt û genim dihat bikaranîn hebû, di hundirê muzexaneyê de Melhêb, Cerên avê, Fanûs, Xencer, Berikên xaniyan û yên daliqandinê, Çifte, Bêjing, Kildank, Textikên Rûniştinê, Tûrik, Lempe, Dergûşa Textî, Teşî, Utî, Meşk, Heste, Mûmdank, Hevring, Kilît, Çengel, Zengil, Zirne, Çira, Erebe, Werîs, Papor, Hawin, Xefka Mişkan, Badana Hespan, Şûnikê Hiriyan, Tevna Berikan, Sepet û hetanî bi demijmêrên kevin jî hene.   

Fîxan Hîmo da zanîn ku gelek ji mirovên kurd dema ku navê amûrên dîrokî dibihîzin matmayî dimînin û dibêjin gelo ev çi ne? û wiha domand: "Gelê kurd bêhnvedanek ne dîtin e ku karibin çanda xwe biparêzin weke netewên din."

Fîxan diyar kir ku piştî şoreşa Rojava dest pê kir ruxmî  derfetên aborî yên kêm jî xwest ku muzexaneyeke mezin ava bike, lê hê jî ev derfet bi dest neketiye û got: "Ez dixwazim muzexaneyeke li ser asta Rojavayê Kurdistanê vekim lê hê jî derfet bi dest min neketiye."

Her wiha bal kişand ser çanda kurdî ku di serdema neolotîk an beriya wê jî ku amûr ji aliyê kurdan ve dihat afrandin û wiha got: "Gelê kurd pêdiviyên xwe li gor jiyana ku tê de dijiyan amûrên ku afrandibûn bi kar dianîn, gelek amûr ji holê hatine rakirin, nema mirov bi kar tîne, tenê di muzexaneyan de tên bicîkirin. Jibîrkirina çandê vedigere hişmendiya civakê, ji ber qirkirina li ser gelê kurd tê kirin ev yek jî sedemek bingehîn e ku ji ber vê yekê gelek neteweyên derdorê amûrên ku ji aliyê kurdan ve hatiye afrandin desteserkirin."

Fîxan Hîmo da zanîn ku armanca wî ji vekirina muzexaneyê û lêkolîna li ser wêje û çanda kurdî ew e ku çanda kurdî biparêze. Her wiha bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya wî bikin da ku muzexaneyeke mezin li ser asta Rojavayê Kurdistanê veke.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hLPl4ybD198" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>