Li Şedadê tedbîrên ji bo sînordarkirina belavbûna koronayê

Tîmên tenduristiyê li navçeya Şedadê hewl didin ku belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) di nava gel de bi rêya hemleyên hişyarkirinê û belavokên ku xetereya vîrusê û awayên pêşîlêgirtina wê rave dikin, sînordar bikin.

Li Şedadê tedbîrên ji bo sînordarkirina belavbûna koronayê
Li Şedadê tedbîrên ji bo sînordarkirina belavbûna koronayê
Li Şedadê tedbîrên ji bo sînordarkirina belavbûna koronayê
Li Şedadê tedbîrên ji bo sînordarkirina belavbûna koronayê
Li Şedadê tedbîrên ji bo sînordarkirina belavbûna koronayê
Li Şedadê tedbîrên ji bo sînordarkirina belavbûna koronayê
16 mijdar, 2020   08:19
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

Ji rêveberên Navenda Tenduristyê ya Şedadê Elî El-Seîd destnîşan kir ku da ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bigirin, divê li hişyariyên rayedaran tevbigerin. El-Seîd got: “Paşguhkirina wê dikare herêmê bixe nav karesateke mirovahî ya mezin."

El-Seîd diyar kir ku hin malbat fikra pêşîlêgirtin û parastina tenduristiya xwe ji pêketinê paşguh dikin, her wiha da zanîn ku gelek ji wan girîngiyê nadin belavokên ku ji wan re hatine pêşkêşkirin.

El-Seîd bang li şêniyan kir ku li gor perspektîfên Şaneya Aloziyê  û tedbîrên tenduristiyê yên ku hatine danîn, ji bo pêşîlêgirtin û sînordarkirina belavbûna mezin a vîrusa koronayê tev bigerin

Ji bo parastina şêniyan, Şaneya Aloziyê ya Rêveberiya Xweser biryara qedexekirina beşî heya 23'yê Mijdarê ragihand.

Li herêma Firatê ji bo pêşîlêgirtinê vîrusa koronayê qedexekirina giştî dest pê kir.

(dm)

ANHA