Çeteyên El-Hemzet 5 sivîlên Efrînê revandin

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî bûyerên revandinê dewam dikin. Çeteyên El-Hemzet a girêdayî dewleta Tirk a dagirker 5 sivîl ji navçeya Bilbilê revandin.

Çeteyên El-Hemzet 5 sivîlên Efrînê revandin
16 mijdar, 2020   07:52
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Bilbilê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên El-Hemzet 5 sivîl ji gundê Bêkê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrîn a dagirkirî, revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên El-Hemzet di 12'ê mijdarê de Ibrahîm Mihemed Miho (28), Xêr El-Dîn Mihemed Şêxmûs (31), Mihemed Derwîş(70), Ehmed Mihemed Şêxmûs (20 ) û Şiyar Mihemed Şêxmûs (28) revandin.

Heta niha çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê di 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, binpêkirinên li dijî sivîlan wekî kuştin û revandinê dewam dikin.

 (dm)

ANHA