Rojnameyên erebî: Erdogan piştî Qerebax û Lîbyayê li Bakurê Qubirusê li rêyeke nû digere

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa tevgerên dewleta Tirk, aloziyên Lubnan û Lîbyayê û bandora hilbijartinên Amerîakyê kir.

Rojnameyên erebî: Erdogan piştî Qerebax û Lîbyayê li Bakurê Qubirusê li rêyeke nû digere
16 mijdar, 2020   08:50
NAVNENDA NÛÇEYAN

‘ERDOGAN LI DERVE LI RÊYEKE NÛ DIGERE’

Girêdayî tevgerên dewleta Tirk, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Piştî rawestandina şerê Qerebaxê û destpêkirina dan û standinên aştiyê yên aliyên Lîbyayê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li komara Bakurê Qubirusê li rêyeke nû digere da ku serkeftinên derve qezenc bike ku pê aloziyên xwe yên hundirîn vedişêre.”

Di demekê de ku nîşaneyên ji nû ve destpêkirina dan û standinên navneteweyî ji bo yekkirina her du parçeyên girava Qurbirusê ji holê radibin, Erdogan yekşemê serdana “komara” Bakurê Qubirusê kir ku di aliyê navneteweyî de nehatiye pejrandin.

Çavdêr dibînin ku piştî destwerdana dewleta Tirk li Lîbya û Qerebaxê, Erdogan di doza Qubirusê ya bi girêk de li rêyeke nû ya bidestixstina serkeftinên derve digere.

‘MACRON ÎRO ÇARENÛSA ÎNSIYATÎFA XWE YA DERBARÊ LUBNANÊ DE, DIYAR DIKE’

Girêdayî rewşa Lubnanê jî, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Serok Seid El-Herîrî ku ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdardikin, bi xemsarî nêzî diyarkirina xetên qalind ku dê li ser bimeşe dibe. Di heman demê de, îro serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo lêkolînkirina çarenûsa însyatîfa ku nûnerê wî yê ji bo Beyrûtê Patrick Durrell dest pê kiriye, civîneke awarte li dar dixe.”

Li gorî ku çavkaniyan ji rojnameyê re daxuyandiye, ne pêkane El-Herînî gaveke ku bi xwe re têkçûnan tîne û li dijî însyatîfa Fransayê ye ku dê îro Macron çarenûsa wê diyar bike, pêk bîne.

Her wiha kêşeyê Maronî Bişara El-Raî banga avakirina hikumeteke serbixwe ya bi hemû wezîran û derketina ji aloziya heyî, kir.

`DAN Û STANDINÊN LÎBYAYÊ LI TUNISÊ BÊ ENCAM BI DAWÎ BÛN`

Girêdayî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams duh bi şev ragihand ku dan û standinên Lîbyayê yên ku li Tunisê li dar diketin, bêyî diyarkirina hikumeteke yekbûyî bi dawî bûn.”

Williams di kongreyek çapemenî de got: “Di hefteya pêşiya me de wê dan û standin bi rêya online dewam bikin, da ku li ser mekanîzma û pîvanên diyarkirina kesayetên ku dê desthilatê bi dest bixin, were lihevkirin.”

Wek lihevkirinek pêşîn, her du aliyan li ser pêkanîna hilbijratinan di 24`ê Kanûna 2021`an de li hev kir.

`ÇIMA TRUMP SEROKÊN PENTEGONÊ DIGUHÊRE?`

Di kar û barên Amerîkayê de, rojnameya El-Exbar wiha nivisî: “Piştî binkeftina Trump di hilbijartinên serokatiyê de, guhertinên mezin di Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentegon) de çêdibin. Gihaşt wê astê ku hinek behsa wê yekê dikin ku di çend mehên borî de amadekariyên pêkanîan darbeyeke leşkerî hatine kirin da ku fermandarên Pentegonê ji peywirê bixin û bi wê yekê serokê Amerîkayê karibe se dezgeha leşkerî kontrol bike. Trump bi vê yekê xwest ku beriya bidawîbûna dema wî li Koşka Spî, siyaseta Amerîkayê di hin mijaran de biguhere.

Çend hefte mane ku serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku wîlayeta wî bi dawî bûye, ji Koşka Spî  derkeve. Di vî demê de rêveberiya Trump dîsa li mijara vekişîna ji herêmê dixebite. Hemwextî wê yekê jî guhertinên berfireh di Pentegonê de hatin çêkirin û rêveberên berz hatin dûrxistin û li şûna wan kesayetên nêzî Trump hatin erkdarkirin.

`IRAQÎ DI NAVBERA ARAMIYÊ Û METIRSIYA JI ENCAMÊN HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ DE NE`

Têkildarî bandora hilbijartinên Amerîkayê li ser Iraqê, rojnameya El-Nehar wiha diyar kir: “Di hevpyevîneke bi malpera “Democrace Now” re nûçegihanê iraqî Xeys Ebulehed ji rojnameya “The Guardian” a Brîtanya re destnîşan kir ku gelê Iraqê ji ber bandora hilbijartinên Amerîkayê di navebera aramî û metirsiyê de ne.”

Her wiha destnîşan kir ku tirsa herî mezin li Iraqê îhtîmala rûdana şer di navbera Îran û Amerîkayê de li ser axa Iraqê ye.

Ebdulehed diyar kir ku piştî binkeftina Turmp gelê Iraqê hinekî aram bû. Ji ber ku ew binkeftin, îhtîmala rûdana şerekî di pêşerojê di navbera Tehran û Washingtonê de ji holê rakir. Lê belê li Iraqê hîna metirisiyên di wê derbarê de hene.

(cx, şx)