Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim jiyana xwe ji dest da

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê ragihandin ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim bi temenê 79 salî, jiyana xwe ji dest daye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim jiyana xwe ji dest da
16 mijdar, 2020   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanasa Sana ya fermî ragihand ku cîgirê serokê Meclisa Wezîran û Wezîrê Karên Derve û Welatiyên li Derveyî Welêt Welîd Muelim, vê berbangê jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha agahiyên girêdayî sedema mirina Muelim nehatine parvekirin.

(cx)