ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 11-2020`AN
16 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Endamên TEV-ÇAND’ê gotin: "Banga me li hemû hunermend û kesên ku cihê xwe di nava tevgera çandê de digirin ku tev li banga PKK`ê bibin û bi berhemên xwe rê li ber şerê birakujiyê bigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Armanca dezgeha "Parastin" ne parastina berjewendiyên nîştimanî yên Kurdan e. Piraniya komên şoreşger ên li Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê bi rêya vê dezgehê hatin tasfiyekirin. (BI WÊNE).

RAPOR

- Parêzgeha Deraa ya ku çirûska aloziya Sûriyê jê dest pê kiriye dîsa derket pêş. Li dijî hêzên hikumeta Şamê sûîqest têne kirin û sewqiyetên wê ber bi parêzgehê ve zêde dibin. Niha jî axaftin li ser lidarketina şerê serweriya herêmî tê kirin ku sernavê wê "Dûrxistina Îranê ji sînorê Îsraîlê" ye, gelo li Deraayê ya başûrê Sûriyê çi rû dide?

CIWAN

- Jinên ciwan ên li Kobanê destnîşan kir ku armanca wan ji pêngava "Na ji tundiya li dijî jinan re, na ji zewicandina jinên temenbiçûk re" ew e ku peyamekê bidin civakê da ku vê diyardeyê tune bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rewşenbîr û siyasetmedarên jin têkildarî siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê axivîn û got ev siyaset xizmeta dewletên dagirker dike, ji ber armanca wan têkbirina yekitiya Kurdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ev sê mewsim li pey hev in ku şêniyên Efrînê ji berhemên zeytûnan bêpar in; ku zeytûn jêdera girîng a debara jiyana wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Azarên koçberên Serêkaniyê yên li navçeya Til Temirê bi hatina zivistanê re zêde dibin. Rêxistinên alîkariyê bi hineta ku 'Herêm leşkerî ye' erka xwe paşguh kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîmên tenduristiyê li navçeya Şedadê hewl didin ku belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) di nava gel de bi rêya hemleyên hişyarkirinê û belavokên ku xetereya vîrusê û awayên pêşîlêgirtina wê rave dikin, sînordar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA