Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in

Ev sê mewsim li pey hev in ku şêniyên Efrînê ji berhemên zeytûnan bêpar in; ku zeytûn jêdera girîng a debara jiyana wan e.

Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
Xwediyên zeytûnan bê zeytûn in
16 mijdar, 2020   07:00
HELEB – MIHEMED EBDO –ALAN REŞÎD

Dayika Meryem Bîlal her sibe taştê ji malbata xwe ya ji 5 kesan pêk tê re amade dike. Lê ev du sal in stûna taştiya wan a berê ango zeytûn û zeyta wê li ser sifra wê nîn e ji ber ku  dagirkeran  Efrîn talan kirin û ew zeyt û zeytûn dizîn.

Rewşa dayika Meryem jî mîna rewşa bi sed hezarên şêniyên Efrînê yên ji warê bapîrên xwe hatine koçberkirin e.  Milkên wan li pêş çav û guhên cîhanê hatin talankirin û dizîn û tu kes jî ji talankeran hesab naxwazin.

Kantona Efrînê bi çandina her cûre darên zeytûnan navdar e. Li gorî çavkaniyan, derdora 18 mîlyon darên zeytûnan li Efrînê hatibûn çandin. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve Efrîn dagir kirin, bi sedhezaran dar birîn, şewitandin û desteserkirin û bace li cotkarên mane ferz kirin.

DESTESERKIRINA MILKAN

Zeytûn di Cotmehê de tên çinîn, lê şêniyên Efrînê ev sê sal in li pey hev ji vê xêrê hatin mehrûmkirin, ji ber ku milkên wan ji aliyê dagirkeran ve hatine desteserkirin.

Dayika Meryem bi hesret dibêje: "Piştî saleke dirêj ji ked û westandinê, di vê mehê de me dest bi berhevkirina zeytûnan dikir. Lê niha dagirker ketine nava milkên me û bi dilekî sar daran qut dikin, ji ber di çandina wan de newestiyane."

Li gorî endezyarên çandiniyê yên ji kantona Efrînê, berhemê salane yê zeytûnan û hilbirînên wê derdora 200 milyon dolar e.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got, komên çete dest danîne ser darên li navçe û gundên dagirkirî û heta niha zêdeyî 280 hezar darên zeytûnan birîne, zêdeyî 15 hezar şewitandine û zêdeyî 20 hezar jî hil kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî got: "Di operasyona 'Çiqlê Zeytûnê' de bi hezaran depoyên zeyta zeytûnan li Efrînê hatin dizîn û li bazaran hatin firotin."

Li aliyekî din, hejmarek bazirganan destnîşan kirin ku bi zehmetî zeyta zeytûnan peyda dikin, ji ber ku Tirkiye nahêle berhemên xwecihî derbasî bazarên Sûriyê bibe û ew, wekî berhemekî Tirkî li derve didin firotin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê, li ser zimanê berdevkê wê û rojnameya "Publico" ya Spanî ev mijar piştrast kir. Di rapora rojnameyê de hate diyarkirin ku Tirkiye zeyta zeytûnan a ku ji Efrîna bakurê Sûriyê digire û gotina "Berhemê Tirkî" li ser dinîvise û bi rêya şirîketan derdixîne derve.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku di mewsima 2018'an de, dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe zêdeyî 70 hezar ton zeyta zeytûnên Efrînê dizî û derbasî Tirkiyê kir û ji wir bi navê "Li Tirkiyê hatiye çêkirin" derbasî dewletên Yekitiya Ewropayê kir.

Şêxo piştrast kir ku li Efrînê şirketek bi navê "Kerîm Kurdî" heye, zeyta zeytûnan dikire û difiroşe û bi navên xeyalî bi çavdêriya istîxbarata Tirkiyê derdixîne derve.

Rêbazên peydakirina zeyta zeytûnên Efrînê ji bazarên Sûriyê bi qaçaxçîtiyê ye ku lêçûna derxistina her tenekeyekê ji Efrîn ber bi Helebê ve 27 hezar lîreyên sûrî ye. Lê buha bi bilindbûn û daketina dolarê tê guhertin.

Bazirgan destnîşan dikin ew bertîlan didin çeteyan da ku kel û pelên wan di xeteke dirêj de ya ji Efrînê dest pê dike û di herêmên "Mertala Firatê" heta Minbicê re derbas dibin û vedigerin li bajarê Helebê, ku digihêje dirêjahiya 300 km e. Ev teklufe li ser buhayê tenekeyeke zeyt zêde dibe ku niha derdora 109 hezar lîreyên Sûrî ji eyara asîdekî ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ji ANHA'yê re diyar kir ku çete baceyan li kesên mewsimê xwe berhev dikin, ferz dikin.

Çeteyên koma Emşat ên li navçeya Şiyê cara yekemîn 8 dolaran li her darekê û bi rêjeya ji sedî 15 ji berhem ferz dikin. Li gorî rêxistinê, ji ber vê yekê şêniyan greva giştî ya çinînê pêk anîn. Di encamê de komên çete bi şêniyan re dan û standin kirin û biryar hate dayîn ku 11 dolarî li ser dareke berhemdar  were ferzkirin û darên neberhemdar hatin efûkirin û rêjeya giştî ya mewsim ji sedî 15 ye.

Li gundên navçeya Şeran jî çeteyên Sultan Murad rêbazeke din bi kar tîne, şêniyan neçar dikin ku berhemên xwe li gorî buhayê ku her komek diyar dike bifiroşin. Bi vê yekê xwediyên mewsimê neçar dimînin ku bi erzanî bifroşin.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çete nahêlin xizmên malbatên koçber bûne li şûna wan mewsima wan biçînin, ev dide nîşandan ku berhemên wan bi temamî desteser kirine.

(bb)

ANHA