Nivîskareke sûrî: Çeteyên Tirk êdî li xwe mukir tên ku bûne dûvikê dewleta Tirk li Sûriyê

Nivîskar û çalakvana sûrî Eştar El-Şamî destnîşan kir ku çeteyên Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êdî li xwe mukir tên ku rawestandina piştgiriyê ji wan re, wekî destpêka xurtkirina hegemoniya dewleta Tirk li ser wan e û ew bûne dûvikên dewleta Tirk ên li Sûriyê.

Nivîskareke sûrî: Çeteyên Tirk êdî li xwe mukir tên ku bûne dûvikê dewleta Tirk li Sûriyê
14 mijdar, 2020   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskara Sûriyê Eştar El-Şamî di raporeke ku Peymangeha Washingtonê belav kiriye, got gelek çeteyên sûrî êdî dizanin ku rawestandina piştgiriyê ji çavkaniyên din, wekî destpêka xurtkirina hegemoniya dewleta Tirk li ser wan e, ku bi vê yekê wekî hêzeke şerker ew lawaz dibin. Ji ber ku ew dibînin ku piştgiriya dewletaTirk ji wan re nahêle ku ew bi xwe biryaran bidin.

Eştar wiha lê zêde kir: “Ew êdî qebûl dikin ku bi wê yekê “Artêşa Nîştimanî” ji saziyeke Sûriyê ya li dijî rejima Sûriyê vediguhere dûvikê dewleta Tirk li Sûriyê.”

Nivîskara Sûriyê îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk sertîb “Ehmed Rehal” ji ber piştgiriya wî ya bi hêz û eşkere ji “Artêşa Nîştimanî” re û siyasetên çeteyên Sûriyê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, binçav kiriye.

Eştar piştrast kir ku ji ber van taybetmendiyên çeteyan, Rûs û rejima Sûriyê bi lez û hêsanî bajarên mezin û startejîk ên wekî Seraqib, Nêreb û Merat Nûman bi dest xistin û ev bajar ji ber tinebûna piştgiriya dewleta Tirk ji çeteyan re ku li ser wê yekê hatibû lihevkirin, tên windakirin.

 

Nivîskara Sûriyê diyar kir ku cara yekemîn di şerê ku bi salan rû dide, ji ber şerên di navbera mîlîsên rejimê û hêzên dewleta Tirk de hejmareke mezin ji leşkerên Tirk hatin kuştin, ku vê yekê gelê Tirkiyê bi hêrs kir. Hikumeta Tirkiyê hêrsa gel wekî behane ji bo xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê, bi kar anî.

(cx)