Elî Ilyas wekî Bavê Şêx ê Êzidiyan hate hilbijartin

Wekîlê Îmarata Êzidiyan a Cîhanê, piştî mirina Şêx Xorto Ismaîl Hacî bi erêkirina Mîrê Êzidyan, endamên Meclisa Ruhî û hejmareke mezin a rûspiyên êzidyan, Elî Ilyas Nasir wekî Bavê Şêx yê nû pejirand.

Elî Ilyas wekî Bavê Şêx ê Êzidiyan hate hilbijartin
14 mijdar, 2020   11:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bavê Şêx Xorto Ismaîl bi temenê 87 saliyê di Cotmeha borî de li nexweşxaneyeke Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî urf û adetên ola Êzidiyatiyê, Meclia Ruhî û mîrê Êzidiyan piştî mirina Bavê Şêx 40 rojî disekinin ku di wê demê de nabe Bavekî Şêx ê nû bê hilbijartin. Di wê demê de rê ji kesên alim û qedir bilind ên di nava êzdiyan de, tê dayîn heke piştî 40 rojan tu kesên bi wê rengî derneketin, wê demê Meclisa Ruhî û mîrê Êzidiyan kesekî ji malbata Bavê Şêx Îsiyanî û malbata bavê Şêx Şêxikî hildibijêrin.

Her car, Bavê Şêx ji malbatekê ji van her malbatên neviyên Şêx Fexir El-Dîn tê pejrandin. Nexasim mirîdên (kesên bi ser wan ve) tine ne. Di hilbijartinê de hevsengî di navbera her du malbatan de pêk tên û taybetmendiyên olî yên kesê tê hibijartin jî di ber çavan re tên derbaskirin.

Îro, wekîlê Îmarata Êzidiyan a Cîhanê mîr Cehor Elî Beg ragihand ku piştî civîna şêwirmendiyê ya li hola kongreyan a li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, Elî Ilyas Nasir wekî Bavê Şêx hatiye pejrandin. Ew kurê mezin ên Bavê Şêx Ilyas e ku beriya Bavê Şêx Xorto Ismaîl peywira Bavê Şêx girtibû.

Li gorî ola Êzidiyatiyê, tê payîn ku roja çarşemê (18`ê Mijdarê) li Laleşê bi awayekî fermî peywira xwe bigire.

Hêjayî gotinê ye ku piştî mîrê Êzidiyan, Bavê Şêx peywira duyem a herî bilind di ola Êzidiyatiyê de ye û lêvegera olî ya di rê û resmên ola Êzidî ye, bi taybetî li Laleşê di rojên cejnan de. Her wiha mecliseke taybet girêdayî Bavê Şêx heye ku di kar û barên olî û hin merasiman de alîkariya Bavê Şêx dike û pê re li nava êzidiyan digere.

(cx)

ANHA