Azerbêcanê pevguhertina cenazeyan bi Ermenistanê re eşkere kir

Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan hejmareke cenazeyên leşkerên Ermenistanê ku di şerên li derdora bajarê Şûşe yê stratejîk de hatine kuştin, radestî Ermenistanê kirine.

Azerbêcanê pevguhertina cenazeyan bi Ermenistanê re eşkere kir
14 mijdar, 2020   13:03
NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî wezaretê, ev yek li gorî benda 8`emîn a di peymana agirbestê de pêk hatiye, ku Ermenistan û Azerbêcanê bi sponseriya Rûsyayê îmze kiribû.

Wezaretê destnîşan kir ku radestkirina kuştiyan bi navbeynkarî û beşdarbûna Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê ku li Qerebaxê bi cih bûne, pêk hat. Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û bi taybetî wezîrê parastinê Sergey Shoigu ji ber kedên wî yên di birêxistinkirina vê karê mirovî de, spas kir.

Ji aliyekî din ve jî wê Ermenistan jî 6 cenazeyên leşkerên Azerbêcanê ku li heman herêmê hatine kuştin, radestî Azerbêcanê bike.

(cx)