Minbic; bilindbûna buhayan careke din derdikeve pêş

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilindbûna buhayên xwarin û kelûpelan ji ber bilindbûna buhayê dolara Amerîkî li hemberê lîreya Sûriyê dîsa vegeriya pêş. Her tim welatiyê Sûrî yê yekemîn e ku ziyan dibîne.

Minbic; bilindbûna buhayan careke din derdikeve pêş
14 mijdar, 2020   06:19
MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Li bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din pêla bilindbûna buhayan derketiye pêş û buhayê lîreya sûrî roj bi roj hildiweşe.

Hilweşandina lîreya Sûrî bandorê li nirxên kelûpelan dike. Bêîstiqrariya nirxê lîreya Sûrî li beramberî pereyên biyanî û dolara Amerîkî bi taybet dibe sedema bêîstiqrariya nirxên di bazaran de.

Di demên dawî de belavbûna zêde ya vîrusa koronayê bend li tevgera bazirganiyê li herêmê û dewletên cîhanê kir.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bêîstiqrara bazaran, bi taybet bazirganên ku buhayan bilind dikin bi gilî ne.

Welatiyê bi navê Ebdo Elî Tîr ê ji bajarê Minbicê diyar kir ku buhabûn bi buhayê dolara amerîkî ve girêdayî ye, dema ku dolar li beramberî lîreya Sûrî bilind dibe, buhayê madeyên xwarin û kelûpelan jî bilind dibe, dema ku buhayê dolarê dadikeve, buha wekî xwe dimînin û kêm nabin.

Elî Tîr destnîşan kir ku pêwîst e Midûriyeta Zimhêrê bi xurtî bazaran û tevgera bazirganiyê kontrol bike û kesên keysbaziyê dikin muhasebe bikin, her wiha ev yek bi keysbaziya bazirganan ji mijara bêîstiqrarîya buhayê dolarê bi nav kir û teqez kir ku pêwîst e çareserî hebin ku her kes jê razî bin.

Ebdo Elî Tîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku"Welatî dibin qurbaniyên buhayê bilind û berdêlên giran didin, ji ber bazirgan firotina kelûpelên xwe bi nirxê dolar ve girê didin û tiştekî naxesirin, lê welatî encamên vê yekê barên giran hildigire."

Nayê veşartin ku hin bazirgan ji mijara bêîstiqrara buhayê pereyê biyanî li beramberî lîreyên sûrî sûd digirin û bi buhayan dilîzin û li ser hesabê şêniyan gelek pere qezenc dikin.

Desteya Çavdêriyê zehmetiyên ji ber vê bêîstiqrarê zehmetiyan dikişîne, ji ber ku bazirgan dikin hincet da ku kontrol û zabîteyê birevin.

Şêniyê bi navê Ehmed Xedra yê ji bajarê Minbicê diyar kir ku buhayê hemû madeyan li bazaran bilind bûye û nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê dan. Her wiha Midûriyeta Zimhêrê rexne kir û got ku buhayan kontrol nake.

Xedra destnîşan kir ku divê bazar bi xurtî werin kontrolkirin, gerên Midûriyeta Zimhêrê li bazaran zêde bibin û buhayan kontrol bike.

Endama Midûriyeta Zimhêrê ya bajarê Minbic û gundewarê wê Rîham El-Elî teqez kir ku midûriyet rojane geran sibeh û bi şev li bazaran bi rêxistin dike, hemû tevgerên bazirganiyê yên li bajar û gundewarê wê, ji firin, aş, kargeh, dikanên goşt û tevahî dikanan dişopîne.

Rîham El-Elî diyar kir ku karê midûriyetê giliyên welatiyan bişopîne û li ser vê mijarê buroyeke giliyan girêdayî midûriyetê heye.

Rîham pirsgirêka bilindbûna buhayê madeyan bi buhayê pereyên biyanî li beramberî lîreyên Sûrî û lêçûna li ser madeyan dema ku digihêjin ve girêda, her wiha bi bilindbûna buhayê wê ji çavkaniyan ku jê tên, mîna buhayê zeyta nebet û şekir û madeyên din ên xwarinê ve girêda.

Ne diyar e ku ev mijar di demeke nêzî de were çareserkirin. Nemaze ku girêdayî buhayê pereyê sûrî li beramberî pereyê biyanî ye. Ev mijar girêdayî pêşketinên aloziya li welat, aloziya aborî û xetimandina çareseriyên siyasî ye ku bandora xwe li hemû qadên jiyanê dike.

(bb)

ANHA