Rewşenbîr: PDK xizmeta berjewendiyên Erdogan dike

Rewşenbîran bang li PDK`ê kir ku dev ji siyasetên xwe yên dijminahiyê yên li dijî gelê Kurd berde. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hemberî planên PDK`ê ku gefan li destkeftiyên Kurdan dixwe, bisekinin.

Rewşenbîr: PDK xizmeta berjewendiyên Erdogan dike
14 mijdar, 2020   02:52
HESEKÊ-OLVA HEC MANSÛR

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke xwe de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) tawanbar kir û îdia kir ku ew hêzeke ne rewa ye û dê bibe sedema derketina şerekî kurdî-kurdî, bêyî ku behsa diyalog û lihevkirinan bike.

PDK`ê ji 24`ê Cotmehê ve hêzên “Gulan” û Pêşmergeyên Roj tevî çekên giran dişîne bajarokê Dînartî li herêma Akrê ya ser bi Garê ve ku hêzên gerîla li wê derê ne û rojane arêtşa Tirk a dagirker êrişan li dijî wan pêk tîne.

Hêzên PDK`ê Pêşmergeyên bi navê “Roj” di hemû planên xwe yên li dijî KCK`ê de bi kar tîne. Wekî ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de çeteyan bi kar tîne. Ev yek asta koordîneya di navbera hikumeta herêmê û dewleta Tirk a dagirker de ji bo şerê li dijî hêzên gêrîla, radixe pêşçavan.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê Ebdulwehab Xelef têkildarî mijarê got: “Ji destpêka avakirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ve, ew ji bo parastina mafên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe û hewl dide refa kurdî bike yek.”

Xelef destnîşan kir ku daxuyaniya Barzanî piştî civîna di navbera PDK û AKP`ê de hate dayîn û wiha domand: “Daxuyaniyên Barzanî xizmeta berjewendiyên Erdogan û partiya wî dikin. Dê şerekî kurdî-kurdî gelek kerasetan bi xwe re bîne.”

Xelef di nav gotinên xwe de da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê gelek nuqteyên Tirk hene û pirsî: “Gelo ev nuqte li ser gelê Kurd ne xeter in? Em dizanin ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd ê herî mezin e. Di dirêjahiya dîrokê de komkujî li dijî gelê me pêk anîn.”

Xelef piştrast kir ku ew daxuyaniyên Barzanî red dikin û got: “Ji ber ku niha dem dema yekitî û rizgarkirina axa Kurdistanê ye û ne dema provokasyonan e. Em daxuyaniyên Barzanî wekî ragihandina şer dihesibînin.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê jî nivîskar Ehmed Silêman wiha got: “Daxuyaniyên Barzanî, tu sûdê li gelê Kurd nakin. Berevajî wê yekê hemû destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidesxistin tune dikin.”

Silêman wiha domand: “Daxuyaniya PDK'ê banga şerê birakujîyê ye. Divê gelê Kurd dakeve qadan û çalakiyan lidar bixe, beriya ku şaştiyek çêbibe.”

Silêman bang li serokê PDK`ê Mesûd Barzanî kir ku li xwe vegere û ji bo rawestandina şer hewldanan bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G6_aFTtAb4s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>