Mamoste: Dîrok û pêşeroja me bi parastina zimanê me ve girêdayî ye

Hejmarek mamosteyên zimanê kurdî gotin, daxwaza ENKS'ê ya vegera li materyalên hikumeta Şamê nayê qebûlkirin. Mamosteyan teqez kirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê derfeteke da ku pêşeroja nifşan geş bibe û xwedîderketina li keda şehîdan e.

Mamoste: Dîrok û pêşeroja me bi parastina zimanê me ve girêdayî ye
14 mijdar, 2020   05:34
HELEB – MIHEMED EBDO

Mamosteyên zimanê kurdî yên Helebê nerazîbûn nîşanî daxwaza Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya rakirina materyalên bi zimanê kurdî li dibistanên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vegera li materyalên hikumeta Şamê dan û bi gaveke îmhakirina çand û dîroka kurdî bi nav kir.

Mamoste Fatima Baz got: "Em dixwazin zimanê xwe di her qadên jiyanê de belav bikin, bi taybet li dibistanan. Ziman çand û dîrokê ji çewisandinê diparêze û nasnameya mirov e."

Fatima îşaret pê kir ku dema ew xwendekar bû ji ber siyasetên li ser wan hatibûn ferzkirin rê nedihat dayîn ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û wiha domand: "Niha derfet ji bo nifşan hatiye ku di hemû astên perwerdeyê û zanîngehê de bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin."

Fatima Baz daxwaza ENKS'ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê dayikê û guhertina materyalên Rêveberiya Xweser bi materyalên hikumetê şermezar kir û got: "Her kes ji me dizane çawa zimanê xwe biparêze û pêş bixîne ne ku qedexe bike."

'PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ BERHEMÊN KEDA ŞEHÎDAN E'

Mamoste Şukriya Mistefa ji daxwaza qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê matmayî ma û got: "Heger biryareke wiha were girtin em ê sed gavan pêşde vegerin, lê belê em bi dehên salan şûnde vegerin li şûna ku pêş bikevin."

Şukriya bal kişand ser mafên perwerdeya bi zimanê dayikê û ev tişt diyar kir: "Perwerdeya bi zimanê dayikê berhemên keda şehîdan e û yek ji destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Em qebûl nakin ku tu kes cesaret bike ku perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe bike. Kurd wê bi kurdî fêr bibe, Ereb bi erebî û Suryan bi suryanî fêr bibe, perwerdeya bi zimanê dayikê ji mafên mirovan e."

Mamoste Şukriya Mistefa destnîşan kir ku hin hene bazirganiyê bi pêşeroja nifşekî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ev yek di xewnan de jî nabe were qebûlkirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Îro ji me dixwazin fêrbûna bi zimanê dayikê betal bikin, sibe wê bixwazin ku nasnameya xwe qebûl nakin, herî dawî wê xwarinê li me qedexe bikin. Ev tişt şaş e û nayê îqnakirin."

'BI HEBÛNA ZIMAN EM HENE'

Mamoste Şêrewan Elî daxwaza ENKS'ê ya rakirina fêrbûna bi zimanê dayikê şermezar kir û got: "Li şûna ku ENKS zimanê kurdî qedexe bike, bila zimanê kurdî li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî biparêze."

Elî sedema êrişa ENKS'ê ya xwe Kurd hisab dike, ya li ser zimanê kurdî pirsî  û wiha bi dawî kir: "Tu kes nikare fêrbûna bi zimanê kurdî li me qedexe bike, bi zimanê xwe em hene, ziman girîng e û destkeftiyan ji çewisandinê diparêze."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DeIneoCGV6U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>