Rûsya û Tirkiye; gelo bazariya wan a di navbera Idlib û Qerebaxê de bi dawî bû?

Di demekê de ku dewleta Tirk ji nuqteyên li Idlibê vedikişe, peymanek di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de pêk hat, her wiha Ermenistanê jî da zanîn ev peyman bi sponseriya Rûsyayê pêk hat û radestbûn e. Li aliyekî din jî êrişên dewleta Tirk li dijî herêma Eyn Îsayê zêde bûn. Ev pêşdeçûn û bûyer gelek pirsan bi xwe re tîne ku gelo ev yek di encama peymana di navbera Enqere û Moskovê de pêk tê û sînorên vê peymanê çi ne?

Rûsya û Tirkiye; gelo bazariya wan a di navbera Idlib û Qerebaxê de bi dawî bû?
14 mijdar, 2020   03:41
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Hêzên dewleta Tirk a dagirker vekişîna ji nuqteyên dorpêçkirî yên li bejahiyên Idlib, Hema û Helebê berdewam dikin, her wiha duh Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku bi dehan erebe ji nuqteyên dewleta Tirk ên ji hêla hêzên hikumeta Şamê dorpêçkirî ne yên li bejahiyên Idlib, Hema û Helebê derketin û berê xwe dan herêmên komên çeteyan.

Heta niha hêzên dewleta Tirk ji nuqteya di navbera Şêx Eqîl û Qubtan Cebel de vekişîn û ber bi Etarib a li bejahiyê rojvayê Helebê ve çûn, her wiha ji nuqteya leşkerî ya li Meer Hetat, nuqteya Şêr Mexar ên li çiyayê Şehşebo yê li bakurê rojavayê Hemayê vekişîn. Li aliyekî din jî hêzên dewleta Tirk di destpêka Mijdarê de ji nuqteya Morik bi temamî vekişîn.

Bi lihevkirinên rûsî-tirkî-îranî re yên li Astanayê, 29 nuqteyên çavdêriyê hatin sepandin û wiha ne; 12 nuqteyên dewleta Tirk li herêmên çeteyan, 10 nuqteyên rûsî û 7 nuqteyên îranî li herêmên hêzên hikumeta Şamê.

Hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya Rûsyayê di dawiya 2019’an de li gelek bejahiyên Heleb, Hema û Idlibê kontrol kir, bi wê re gelek nuqteyên dewleta Tirk ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hatin dorpêçkirin, jê jî Til Toqan, Serman, çiyayê Enedan, Raşidîn, Til Îs, Til Sewan a rojhilatê Morik, Meer Hetat û nuqteyên li derdora Seraqibê.

Lê piştî wê serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û rayedarên wî gef li hêzên hikumeta Şamê dixwarin û ji derdora nuqteyan vekişin, lê tişta ku bûye berovajî wê bû. Ji ber hêzên dewleta Tirk a dagirker ji wan nuqteyan vekişîya.

Bi vekişîna dewleta Tirk a ji wan nuqteyan re, êrişên xwe li dijî herêma Eyn Îsa ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

 Ew êriş, piştî peymana bi sponseriya Rûsyayê ya di navbera Azerbaycan a bi piştevaniya Enqereyê û Ermenistanê ya bi piştevaniya ji Moskovê de li ser nakokiya li Qerebaxê, pêk hatin, Ermenistanê ew peyman bi radestbûnê wesif kir.

Ev tevahî pêşdeçûn û bûyerên bi hev re pirsan çêdikin ku gelo di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ên ku Sûriyê, Lîbya û Qerebax kirine qadeke bazariyê, peymaneke nû heye, sînorên vê peymanê çi ne û bi bazariya di navbera Idlib û Qerebaxê de bi dawî dibe?

‘ÇIMA DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI NUQTEYÊN XWE VEKIŞÎYA?’

Der barê vekişîna dewleta Tirk de, analîzvanê siyasî Ciwan Yûsiv wiha got: "Tu nîşaneyên nû yên vekişîna hêzên dewleta Tirk ji nuqteyên li Idlib, Hema û Helebê tune ne, lê belê tenê ew girêdayî lihevkirina rûsî-tirkî ya di 5’ê Adara borî de bû, ji ber ew lihevkirin xwe dispêre lihevkirinê Sochiyê ku bi wê re jî Rûsya demek da dewleta Tirk ku rêxistinên ku li gorî Rûsyayê terorîst in, ji hev bike. Lê belê dewleta Tirk li gorî wê tevnegerî. Ji lew re hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya Rûsyayê êrişeke berfireh bir ser herêmên bêçek û di Sibatê de M5 kontrol kir."

Yûsiv wiha domand: "Vekişîna dewleta Tirk ji Morik û hin nuqteyên dîtir ji ber du hêmanan e; ya yekê siyasî ye, ew jî girêdayî lihevkirina di Adara borî de bû, her wiha dibe ku bazariyeke din be jî û girêdayî Qerebax an jî M4 be û ew jî îhtîmaleke lawaz e."

Li gorî Ciwan Yûsiv, hêmana duyemîn jî leşkerî ye û bi belavbûna hêzên dewleta Tirk û derketina ji nuqteyên dorpêçkirî ve girêdayî ye, wê jî hişt ku di bin rihma rejîm û Rûsyayê be, ji lew re dewleta Tirk piştevaniya hêzên xwe li başûrê Idlibê kir û çek xurt kirin.

Li aliyekî din jî rojnameger û analîzvanê sûrî Malik Hafiz diyar kir ku Enqere dosyaya nuqteyên çavdêriyê bi kar anî, û dê li hember berfirehbûna Rûsyayê li bakurê rojava wiha bimîne, heta ku hin hewldan hene Rûsya bi lihevkirina bi dewleta Tirk re li bakurê rojhilat jî kontrola xwe fireh bike. Ew jî li beramberî ku herêmek pir biçûk an jî berfireh be ji Amerîkayê re bimîne. Ev yek jî li gorî siyaseta rêveberiya Amerîkayê ya nû ya li hember lihevkirinên rûsî-tirkî li Sûriyê dimîne.

 ‘GELO PEYMAN PÊK HATIYE?’

Têkildarî peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hatiye Hafiz wiha berdewam kir: "Qutbûnek di dosyayên hevbeş de yên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de heye, tevî wê jî ev dosya ne nakokiyên mezin in, lê heta ku Rûsya deriyê aloziya Azerbaycan û Ermenistanê mîna dewleta Tirk dixwaze, girtiye, heta demkî be jî. Ev tê wateya ku her du alî li gorî tevgerên siyasî û leşkerî yên li ser her duyan tên hesibandin, tevdigerin."

Hafiz wiha bi lêv kir: "Bi vekişîna dewleta Tirk ji hin nuqteyên çavdêriyê re, peymana siyasî pêk hatiye, ji ber vekişîna di vê demê de ne ji bo qedexekirina êrişeke leşkerî ya nû li bakurê rojava ye, lê belê kaxizeke siyasî ye ku dewleta Tirk piştî dirêjkirina dema pêkanîna sozan, pêşkêşî Rûsyayê kir."

 ‘GELO SÎNORÊ PEYMANA LI QEREBAXÊ BI DAWÎ BÛ?’

Têkildarî tişta li Idlibê ya bi peymana Ermenistan û Azerbaycanê pêk hatiye, Ciwan Yûsiv wiha axivî: "Ji peymana ku Rûsya li ser Ermenistanê ferz kiriye, diyar dibe ku têkiliya xwe bi dosyaya Sûriyê re heye. Lê belê texmîn nakim ku têkiliya xwe bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hebe û dosya ji aliyê leşkerî ve pêk nayê, lê tenê mijar wisa bimîne û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li herêmê mijûl bin."

Li aliyekî din jî Hafiz wiha got: "Di navbera Rûsya û dewleta Tirk de nakokî li ser danûstandina bi dosyaya Qerebax û dosyaya Sûriyê re heye. Ez nabînim ku dengê topên li Qerebaxê li Sûriyê dihat bihîstin, her wiha bikaranîna aloziya Qerebaxê û idîaya girêdayî wê bi girêdana bi Sûriyê re encamên dermentiqî bi xwe re anîn. Ji ber ziyanên li Qerebaxê ne pêkan e ji Rûsya û dewleta Tirk re li Sûriyê bên tawîzkirin, ji ber taybetiyeke herêma Qerebaxê ya cudayî rewşa Sûriyê heye."

Hafiz wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke tişta li Sûriyê di vê dawiyê de pêk hatiye girêdana xwe bi aloziya li Qerebaxê re hebe, ev tê wateya ku Rûsya zirareke mezin kir û li Sûriyê nikare tawîzê bike. Ez texmîn dikim ku Qerebax ji lihevkirinên li Sûriyê mezintir e û hesabên herduyan cuda ne."

 ‘GELO TÊKILIYA ÊRIŞÊN LI DIJÎ EYN ÎSA BI VEKIŞÎNA JI IDLIBÊ RE ÇI YE?’

Rojnameger û lêkolînerê siyasî yê sûrî Malik Hafiz da zanîn êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê yekser girêdana xwe bi vekişîna ji herêma Idlibê heye û wiha domand: "Girêdanek di navbera her du herêman de heye, dewleta Tirk dixwaze li herêmên li seranserî rêya M4 ya Hesekê kontrol bike, da ku seranserî sînorê ji Minbic heta bi dûrî Eyn Îsayê kontrol bike."

Hafiz diyar kir ku tevgerên leşkerî yên dawîn ên li dijî herêma Eyn Îsayê nîşaneya êrişên dîtirin, ku dê ev êriş jî rûbera xwe ya qaşo "kaniya aştiyê" firehtir be, da ku herêmên têkevin bin serweriya wê di nava senaryoya "kaniya aştiyê" ya nû de bin.

Hafiz eşkere kir ku ev bêyî lihevkirinên rûsî-tirkî pêk nayê, her du alî li gorî stratejiyeke taybet dixebitin. Bi wê re Rûsya pêşdeçûna dewleta Tirk a li gorî lihevkirinan nabîne ku zirar e, ew jî li beramberî Rûsya xwe li ser rêya Heleb-Laziqiyê û herêma çiyayê Zawiyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê firehtir bike.

Lê nêrîna analîzvanê siyasî Ciwan Yûsiv cuda bû û wiha bi lêv kir: "Tiştekî xwezayî ye ku dewleta Tirk hêzên artêşa nîştimanî bi şerê dîtir ve mijûl bike, da ku bihêle hedefên xwe yên sereke yên şerkirina rejîmê ji bîr bikin."

Yûsiv destnîşan kir ku vekişîna dewleta Tirk ji nuqteya Morik, hişt ku gelek ji niyetên wê bi guman bin. Ji lew re bi wê re artêşa nîştimanî ku komên çeteyan yên girêdayî wê ne ber bi Eyn Îsa û Minbicê ve kirin tevgerê, sedema tevgerîna çeteyan jî nixumandina li ser bombebarankirina Rûsya ya baregehên Ehrar El-Şam û nixumandina li ser vekişîna ji Morikê ye.

‘GELO LIHEVKIRINÊN RÛSÎ-TIRKÎ BER BI KU VE NE?’

Der heqê têkiliya rûsî-tirkî de Malik Hafiz bîr û boçûna xwe wiha da der: "Ez texmîn nakim ku tu nakokiyên rastîn di navbera Rûsya û dewleta Tirk de hebe, lê belê heke nakokî derketin, tenê di aliyên çapemeniyê de ye, da ku pêşdeçûnên meydanî yên ku piştre pêk hatin û li ser li hev kiribin, binixumînin."

Ciwan Yûsiv jî wiha da zanîn: "Têkiliya rûsî-tirkî ne têkiliyeke stratejî yan jî dostanî ye, ew têkiliyeke di encama nakokiya tirkî-ewropî, tirkî –amerîkî de ya li ser dosyaya Sûriyê çêbû. Ji lew re dê li gorî pêşdeçûnên siyasî be. Lê heta niha ez texmîn nakim ku tevî nakokiyên kûr ên di navbera wan de bi hêdî bi rê ve diçe, çi li Sûriyê, çi li Lîbya yan jî çi li Qerebaxê dibe. Ev dosya bi hev ve girêdayî ne, tevî ku her dosyayekê taybetmendiyeke xwe heye, lê ji hev nayê qutkirin."

 ‘GELO BI RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ YA NÛ RE DÊ ÇI BIGUHERE?’

Der barê bandora guhartina rêveberiya Amerîkayê ya li ser vê têkiliyê û lihevkirinan de, Malik Hafiz wiha axivî: "Heke rêveberiya Amerîkayê ya nû li dijî Rûsyayê derket û dijminahiya dewleta Tirk li beramber nêzbûna bi Ewropayê re kir, dê ev lihevkirinên rûsî-tirkî kûrtir bin. Ev jî xwendina destpêkê ya metoda muhtemel a rêveberiya Biden a demokratparêz e. Lê belê bi rûyekî taybet, ez nabînim ku ev lihevkirin, heke nêzbûneke rastîn a Ewropayê ji Rûsyayê re li hember têkiliyên neyênî yên di navbera Washington û Enqereyê de çêbûn bandorekê neyênî li têkiliyên dualî bike. Her wiha li gel wê jî piştevaniya Biden ji Rêveberiya Xweser û sivikbûna dorpêça li dijî Îranê bandor bike."

Ciwan Yûsiv jî wiha piştrast kir: "Lihevkirinên rûsî-tirkî ne stratejiyek e, lê belê bi asta nakokiyên ewropî-tirkî, amerîk-tirkî re girêdayî ye. Her wiha texmîn dikim ku rêveberiya nû ya Amerîkayê dê li ser jihevkirina girêdan an jî herî kêm li ser rawestandina destwerdanên dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî û Sûriyê bi taybet bixebite, bi wê re jî tu bijarde li pêş dewleta Tirk ji bilî xwe avêtina li hembêza Amerîkayê namîne, bi taybet jî piştî ku Amerîka ceza li dijî Sûriyê birîn û şert kir ku jinûve avakirin girêdayî çareya siyasî ya li gorî biryara 2254’an be, ew jî mîna berê ne li gorî dewleta Tirk e." 

Yûsiv wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Li pêş me 3 meh hene ku rêveberiya Amerîkayê ya nû bê avakirin, ev merhele jî dê dijwar be û gelek metirsiyan bi xwe re li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîne ku dewleta Tirk bi tevgerkirina komên çeteyan êriş bike. Lê min ev yek bi dûr xistibû, lê belê metirsî heye. Piştî wê dê merheleyek girîng di dîroka aloziya Sûriyê de çêbe, ev jî vegera Amerîka li dosyaya Sûriyê ye, lê vê carê siyasî ye, ne leşkerî ye. Ev jî tê wateya ku dê Amerîka bi cidî ji bo çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254’an bixebite, bi wê re jî dê fişar li ser dewleta Tirk bibe, ku ji herêmên ku dagir kirine, vekişe, ji ber ji bilî vekişîna dewleta Tirk ji wan herêman tu çareyeke siyasî pêk nayê."

 ‘IDLIB, BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BER BI KU VE NE?’

Rojnameger û analîzvanê siyasî Malik Hafiz hewl da pêşeroja bûyeran li gorî nêrîna xwe binirxîne û wiha got: "Dibe ku li Idlibê guhartinên li ser asta qelsbûn û tesfiyekirina terorîzmê pêk were, ew jî li hember nexşekirina nû ya hêzên serwer e, anku guhartina çermê Heyet Tehrîr El-Şam û tevlêkirina li nava komên opozîsyonê yên bi piştevaniya Enqereyê ye. Da ku Rûsya herêmên nû ji başûrê Idlibê û bejahiyên bakurê Laziqiyê û serwer bike û ji serweriya li ser herêma dergeha Bab El-Hewa nêz be."

Lê der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Hafiz destnîşan kir ku rewş bi girêk e û girêdayî siyaseta rêveberiya Amerîkayê ya danûstandina bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re, her wiha sekna li hember serweriya Îranê ye. Lê heke lihevkirinek bi Rûsyayê re çêbû yan jî têkiliyên di navbera Washington û Moskovê de aloztir bûn, bi wê re jî dê QSD ji Washingotinê nêz be. Her wiha lidarxistina amadekariyên nû yên rûsî-tirkî, dê dîmena li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dosyaya li tevahî Sûriyê girêktir bike.

Li aliyê din jî analîzvanê siyasî Ciwan Yûsiv wiha bi dawî kir: "Pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çareya siyasî ya li Sûriyê, bi serketina lihevkirina kurdî-kurdî ku girîng e û lihevkirina pêkhateyên herêmê, girêdayî ye.

(fr)

ANHA