​​​​​​​Dewleta Tirk Binarê Qendîl û Biradostê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi awayek hemwext gundên Binarê Qendîlê û Biradostê bombebaran kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk Binarê Qendîl û Biradostê bombebaran kirin
13 mijdar, 2020   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saet 17:00’an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundên Bêpalan, Urte û Gurgamêş ên Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Di dema êrişê de balafirên keşfê jî li ser asîmanê herêmê digeriyan.

Ji ber bombebarana ku nêzî gundan pêkhat ziyan gihişt xanî û rezên welatiyan. Têkildarî ziyanên giyanî ti zanyariyek zelal bidest neket.

Hemwextê bombebarana gundên Binarê Qendîlê, balafirên Tirk gundên Seqer û Gerwî yên herêma Biradostê jî bombebaran kir. Hat gotin ji ber êrişê rêya di navbera herdu gundan de xerabûye û welatî nikarin çûnûhatinê bikin.

Balafirên şer û keşfê li ser asîmanê herêmê digerin.

Çavkanî: Rojnews