Li herêma "bêçek" şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê de berdewam e

Li herêma "bêçek" şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê de berdewam e

Li herêma "bêçek" şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê de berdewam e
13 mijdar, 2020   09:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk dagirker bi moşekan herêmên li Hizarîn yên gundewarê başûrê Idlibê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye tê hedefgirtin. Her wiha hikumeta Şamê jî duh piştî nîvê şevê, deverên li Sifûhan, Kensafra, Fitêra, Bara, Riweyha, Biyinîn, San û Kadora yên gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê topbaran kirin. di encamê de zirarên madî çêbûn lê tu agahiyên girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.

Duh bi şev, dema hêzên hikumetê li eniya Fitêra yê gundewarê Idlibê, hewl dan derbasî nuqteyên çeteyan bibin şer derket.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî li herêmên Hizarîn, Melacê, Fitêra û Dar El-Kebîra êrişî nuqteyên hikumeta Şamê kir. Di heman demê de hêzên hikumetê jî êrişî gundên çiyayê Zawiyê yê gundewarê Idlibê kir.

(şx)