Fransa: Divê DYA li Efganistan û Iraqê bimîne

Wezîrê karên derve yê Fransayê ragihand ku ew ê hempîşeyê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo agahdar bike ku bi zêdebûna çalakiyên tundrewan re, divê DYA li Iraq û Efganistanê bimîne.

Fransa: Divê DYA li Efganistan û Iraqê bimîne
13 mijdar, 2020   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutress`ê, wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro got Fransa dê ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re ku dê hefteya bê serdana Fransayê bike, diyar bike ku hemwextî şerê li dijî îslama tundrew, ew li dijî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Efganistan û Iraqê ye.

Tê payîn ku Jean-Yves Le Drian û serok Emmanuel Macron roja duşemê bi Mike Pompeo re li Parîsê bicivin.

(şx)