'Perwerdekar: Çawa qebûl dikin ku destkeftiyên Rojava bikin mijara bazarê?'

Xwendekar û mamosteyên Rojava gotin: "Çawa ENKS qebûl dike ku li ser perwerdeya bi zimanê kurdî dan û standinan bike, ku yek ji destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistine.

'Perwerdekar: Çawa qebûl dikin ku destkeftiyên Rojava bikin mijara bazarê?'
13 mijdar, 2020   08:49
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN

Di dan û standinên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de, ENKS'ê şertê rakirina materyalên bi zimanê kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da pêş.

Xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî yên li kantona Qamişlo li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin. Endama Rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Henaa Xalid got, daxwaza ENKS'ê ya rakirina pergala fêrbûna bi zimanê kurdî daxwazeke tacîzî ye, nemaze di demekê de ku Kurd nêzî avakirina yekitiyê dibin.

Henaa Xalid destnîşan kir ku ENKS destkeftiyên gel dike hedef û dixwaze ku kurdên Rojava vegerin rewşa beriya 2011'an û wiha domand: "Mixabin, çawa destûr didin xwe ku li ser desteftiyên ku bi keda şehîdan hatin bidestxistin dan û standinan bikin? Ev daxwaz ji berjewendiyên gelê Kurd re xizmetê nake, berovajî wê xizmeta dijmin dike da ku hewldanên yekitiya kurdî bin bixin."

Henaa Xalid diyar kir çawa şoreşa siyasî û leşkerî rabûne şoreşa perwerdeyê jî heye, bi hezaran xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin û bi hezaran mamoste li dibistanên Rêveberiya Xweser waneyan didin û got: "Tevî gef û êrişan me di demeke kurt de sîstemeke demokratîk ava kir ku hemû pêkhateyên herêmê di nav xwe de dihewîne. Pergala me ya perwerdeyê ji hemû dewletên cîhanê re mînak e, ji ber ku her ferdek dikare bi zimanê xwe perwerde bibe û materyalên me cîhanî ye, diviyabû ku partiyan banga parastina zimanê xwe kiribana ne ku daxwaza rakirina wê kiribana."

Henaa Xalid di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên kurdî kir ku li ser parastina herêmê ji êrişan nîqaş bikin û wiha li gotina xwe zêde kir: "Em niha li pêşberî derfeteke dîrokî ne da ku hebûna xwe îsbat bikin."

'ENKS HEWL DIDE ARMANCÊN TIRKIYÊ PÊK BÎNE'

Endama Komîteya Şopandinê ya navçeya Amûdê Evîn Xelîl mixabiniya xwe ji ber daxwaza ENKS'ê anî ziman û wiha got: "Em matmayî dimînin ku kesekî Kurd dibêje girîng e bi materyalên hikumeta Şamê perwerde were dayîn û îtîraf bi zimanê kurdî nayê kirin. Divê her kurdek îtîrafê bi zimanê xwe yê dayikê bike ne ku wê red bike, ev delîl e ku ENKS hewl dide armancên Tirkiyê pêk bîne."

Mamosteya li dibistana Satai El-Hesirî ya bajarê Qamişlo Fatima Mamo jî destnîşan kir ku hin partiyên siyasî ku dibêjin netewa wan kurdî ye, ew ne xwediyê vê neteweyê ne û ne jî xwediyê zimanê wê yê dayikê ne, Rêveberiya Xweser ev çend sal in ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê dixebite û dibistan vekirin û bi hezaran mamoste û xwendekar perwerde kirin.

Mamoste Fatima Mamo da zanîn ku ji bo bi zimanê dayikê dibistan bêne sazkirin gelek qurbanî hatin dayîn û wiha got: "Niha erk e ku îtîraf bi van qurbaniyan bê kirin. Em qebûl nakin ku materyalên me bi materyalên din werin guhertin. Peymangeh û zanîngeh bi hemû branşan hatin vekirin, piştî ku xwendekar her sê astên perwedeyê temam dikin, diçin zanîngehê û branşên ku ew dixwazin dipejirînin."

Fatima got: "Yên ku daxwaza rakirina materyalên bi zimanê kurdî dikin divê lêborînê ji keda şehîdan bixwazin."

EM LI HEMBERÎ HEMÛ KESÊN LI DIJÎ ZIMANÊ ME DERDIKEVIN, BISEKININ'

Xwendekara asta navîn Xunav Behlewî jî got: "Em li bendê bûn ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin ku em jê mehrûm bûn, ji ber wê em ê li hemberî hemû kesên ku li dijî fêrbûna bi zimanê me derdikevin bisekinin û em ê rê nedin wan ku pêşeroj û xewna me têk bibin."

Xwendekara refa 10'an Nejbîr Ebdulkerîm Saroxan, daxwaza ENKS'ê ya rakirina materyalên Rêveberiya Xweser red kir û wiha anî ziman: "Em dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin, em li dijî her biryarekê ne ku zimanê me betal dike, divê her kurdek zimanê xwe biparêze ne ku daxwaza betalkirina wê bike."

Xwendekara bi navê Nêrva Esed Osman ev tişt got: "Tu kes nikare me ji zimanê me dûr bixe, em ê çarenûs û pêşeroja xwe diyar bikin, îro em fêr dibin da ku hêviyên xwe bi cih bînin û em îtîrafê bi zimanê xwe dikin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lOtNhrEPAyg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>