60 sal… hîna êş zindî ye

60 sal di ser komkujiya sînemaya Amûdê re ku di encamê de 280 zarokên bajêr bûn qurban, derbas bûn, lê hîna nifş bo nişfê, çîroka wê bûyera ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bûn sebebê, vediguhêzin nifşên din.

60 sal… hîna êş zindî ye
60 sal… hîna êş zindî ye
60 sal… hîna êş zindî ye
60 sal… hîna êş zindî ye
60 sal… hîna êş zindî ye
60 sal… hîna êş zindî ye
60 sal… hîna êş zindî ye
60 sal… hîna êş zindî ye
13 mijdar, 2020   00:56
QAMİŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Şeva 13`ê Mijdara 1960`an, ewrekî reş li asîmanê navçeya Amûdê xitimand. Ew ewir di encama şewata sînemaya Amûdê Şehrezad bû. Di encama wê şewata bi zanabûn de zêdetirî 280 zarok piraniya wan Kurd bûn hatin kuştin. Di dîroka Rojava de, ev bûyera herî bi êş bû.

Ruxmî derbasbûna zêdetirî 60 salî di ser vê bûyerê re, şêniyên navçeyê deteyên şewatê û bêhna laşên zarokan ên şewitî ya ku bajêr tijî kir, tînin bîra xwe. Bîra gelêrî ya navçeyê, bi gelek çîrokên sedemên bûyerê dagirtî ye.

Mihemed Emîn Ebdulselam (70) ji vê bûyerê xilas bûye û têkildarî deteyên wê di hevdîtineke taybet bi ANHA`yê re parve kirin. Cihê şewata sînemayê, parkek ji bo bîranîna şehîdên bûyerê bi navê Parka Şehîdan hate avakirin.

`PIŞTÎ PÊŞANDANA FÎLMÊ BI NÎV SAETEKÊ ŞEWATÊ DEST PÊ KIR`

Mihemed Emîn Ebdulselam di destpêkê de got: “Wê demê ez 12 salî bûm. Tê bîra min dema mudirê dibistanê ji hemûa xwendekaran xwest ku kertên beşdarbûna fîlma Şebh Muntesaf El-Lêl ji bo piştgiriya şoreşa Cezayrê bikirin. Wê demê rojek ji bo pêşendan fîlmê li sînemaya Şehrazad kirin batlane. Sînema kevin bû û ji heriyê hatibû avakirin. Bi cawek ji çiwalan a boyaxkirî li dora wê hatibû pêçan. Tevahiya hîmên şewatê di sînemayê de hebûn. Hola sînameyê têra hemûyan nekir, lewra gelek xwendekar li ser erdê rûniştin.“

Derbarê deteyên şewatê de Ebdulselmam destnîşan kir ku şewat piştî pêşendana fîlmê bi nîv saetekê pêk hat. Ji amûra pêşendana fîlman destpê kir piştre belav bû û gihaşt dika sînemayê û wiha domand: “Di wê kêliyê de zarok hev du têve dan. Di encamê de deriyê sînemayê li ser wan hate girtin. Ji ber wê gelek zarok fetisîn.”

`BÎRA MIRIN Û JIYANÊ`

Ebdulselam vegotina serpêhatiya xwe wiha dom kir: “Di encama tirs û xofê de di nav aravên şewatê de, hinek zarokan xwe di qulekê re ku di dîwara sînemayê de hebû avêtin, lê bîrek li ber wê qulê li rex sînemayê hebû, hinek zarok tê de mirin û hinekan jî xwe xilas kir.”

Li gorî şêniyên Amûdê ew bîr bû sembola mirin û jiyanê. Ji bo bîranîna wê rojê, bîrek li Parka Şehîdan li rex peykerên sê zarokên ku bi rengê reş hatine boyaxkirin, hate avakirin.

Ebdulselam doman û got: “Girseya şêniyên ku li dora sînemayê kom bûn, qêrîna zarokan ji her derê bilind bû, banga xilasiyê dikirin. Lê şênî nedikarîn alîkariya wan bikin. Şewat gelek mezin bû. Tu erebeyên agirkujiyê jî tune bû. Di şewatê de ez jî di ling û destê xwe de birîndar bûm. Min bi zorê xwe gihand deriyê derve. Wê demê kesek bi navê Şêxmûs Koy ez birim navenda tenduristiyê.”

`GIYANA ZAROKÊN ME BÛN QURBANA ŞOREŞA CEZAYÎRÊ`

Ebdulselam şewat bi Bela(musîbet) wesifand û zirarê wê gelek mezin bû û wiha pê de çû: Giyana zarokên me bû qurban. Tenê termên wan man, hinekan nasnameya wan nedihat naskirin, ji ber ku pir şewitîn bûn.

Ebdulselam diyar kir ku hikumetê wê demê tu lêpirsîn venekir. Her wiha bang li tu aliyên navneteweyî nekir da ku sedemên bûyerê bên naskirin û heta niha kesek sedemên wê nizane.

`ŞEWAT GELEK MEZIN BÛ`

Îbrahîm Şêxo jî ji şewatê xilas bûye û şewat bi Dojeh wesifan û got: “Her du ling û destên min şewitîn. Rûyê min jî hinekî şewitî. Şansê min baş ku bi awayekî mucîze jê xilas bûm. Ez û hevalên xwe, me xwe li bofêya biçûk a li hola sînemayê veşart.”

Şêxo bi çavên tije êş da zanîn ku şewat bi awayekî mezin û xemgîn bandor li şêniyan kir. Piştî bûyerê û vegera dibistanê, daniştokên hevalên wan ên ku di bûyerê de şehîd bûne, vala bûn û ew jî bandor li wan kir û êdî tiştek mîna berê nema.

`BI LEHENGÎ Û CESARETA XWE BÛ SEMBOLA MIROVATIYÊ`

Şêxo di nav vegotinê deteyên wê bûyerê de behsa Mihemed Seîd Axa Deqûrî kir û got: “Di şewatê de Deqûrî xwe avêt nava agirê û alîkariya zarokên ku asê mane kir. Ji wan re digot `Ka werim cem apê xwe`. Deqûrî bi lehengiya xwe gelek zarok xilas kirin. Dema xilas dikirin. Dîwarê sînemayê li ser wî ket û gelek zarokên di hemêza wî de di nav agirê de asê man.”

Tê gotin ku şêniyan ji Deqûrî re digot ku zarokê wî ji agirê xilas bûye, lê wî paşde venekişin û cudahî nekir navbera zarokê xwe û zarokên din. Lê belê bi dengekî bilind digot `Ew hemû zarokên me ne`.

Ji bo bîranîna lehengiya şehîd Mihemed Seîd Deqûrî, peykerek li Parka Şehîdan hate danîn ji ber ku bi fedekariya xwe bû nimuneya mirovî û fedekariyê û navê wî bi wê bûyerê ve hate girêdan.

`HIKUMET NAHÊLE Û ÊŞA DI DILÊ ŞÊNIYÊN AMÛDÊ DE BERDEWAM E`

Şêniyên navçeya Amûde piştî bûyerê tenê du salan karîn şehîdên komkujiyê bi rêya vêxistina mûn û serdana gorên wan bi bîr bînin, ji ber ku piştî derketina hikumeta Baas, nehişt şênî qurbaniyên komkujiyê bi bîr bînin.

Ev bîranîna bi êş di bîrê nifşan de zindî ma, gelek nivîskar û helbestvanên Kurd û Ereb helbest û pirtûkên girêdayî bûyerê nivîsandin. Parêzer û nivîskar Hesen Dirêî yê ku ji şewatê xilas bûye, pirtûkek bi navê Amûde dişewite derxist. Dirêî belge û delîlên şewatê kom kirin û kirin vê pirtûkê.

Nivîskar Tîrêj helbestek nivîsandû  xwendekarên Amûdê bi bîr anîn. Wesiyet kir ku li rex şehîdên sînemya Amûdê bê defn kir heke wefat kir. helbestvanê ji Iraqê Mihemed Mihdî El-Cewahrî jî helbestek girêdayî şewata sînemaya Amûde nivîsand û mamoste Beşîr Ewaf jî helbestek bi bandor ku komkujiya Amûdê diwesfîne nivîsand.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7UH3c4vW2po" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>