Hiqûqnas: Tecrîda li dijî rêber Ocalan sûc e

Hiqûqnasan gotin: "Tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye sûcek e û qanûnên navneteweyî yên girêdayî girtiyên siyasî binpê kiriye."

Hiqûqnas: Tecrîda li dijî rêber Ocalan sûc e
13 mijdar, 2020   06:46
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Hiqûqnasên herêma Efrînê têkildarî tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne ji ANHA'yê re axivîn. Hiqûqnasan gotin divê civaka navnetewî û CPT'ê bikevin tevgerê û Tirkiyê neçar bikin ku li gorî qanûnên navnetewî tevbigere.

'DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BIKEVE TEVGERÊ Û SÎNOREKÎ JI BINPÊKIRINÊN TIRKIYÊ RE DAYNE'

Parêzer Îsrafîl Mistefa diyar kir ku rêberê neteweyî Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye, lê belê girtiyekî siyasî ye divê li gorî wê yekê dan û standin pê re bê kirin û got: "Destpêkê girtina wî li dijî hemû pîvan û peyamên navnetewî ne û ji hêla Interpolê ya Navneteweyî ve tu biryara girtina dadwerî ya navneteweyî li dijî wî nehatiye dayîn."

Parêzer Mistefa bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî û mirovî û di serî de Yekitiya Ewropayê kir ku bikevin tevgerê û sînorekî "Ji sûcên ku dighêje asta sûcên şer li dijî mirovahiyê" daynin.

'CPT EV 21 SAL IN ERKA XWE YA LI HEMBERÎ GIRTÎGEHAN PÊK NEANÎYE'

Hiqûqnas Îmad Dawûd jî got rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropa ya derbarê girtîgeha Îmraliyê de dereng hat û got: "Tevî ku komîteyê di nava 21 salan de 8 caran serdana girtîgehê kiriye jî, lê em dibînin ku ev rapor gelek dereng hat."

Dawûd destnîşan kir ku Tirkiyê binpêkirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî didomînin, tecrîdeke girankirî li dijî wî ferz kiriye, ev binpêkirin digihêje asta sûcên li dijî mirovahiyê û li dijî qanûnên navneteweyî ye.

'TIRKIYE HEMÛ QANÛN Û DESTÛRÊN CÎHANÊ BINPÊ DIKE'

Parêzer Elaedîn El-Xalid destnîşan kir ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin di tu destûrên cîhanî û qanûnên navxweyî de nîne û wiha pê de çû: "Ev delîl e ku dewleta Tirk îtîrafê bi qanûn û mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî nake û hemû qanûn û destûrên cîhanê binpê bike."

El-Xalid her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ronakbîr, fîlozof û civaknasek, bi karûbarên Rojhilata Navîn bi giştî agahdar e, ji beriya dehên salan, heya beriya bihara erebî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî pêşkêş kir. Di daxuyaniyên xwe yên 2019'an de eşkere kir ku ew amade ye, çareseriyan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibîne."

Parêzer Elaedîn El-Xalid diyar kir ku dewleta Tirk û gelek dewletên din ev fikir red kir, ji ber ku çareseriyên ku rêbertî pêşkêş dike, ne li gorî berjewendiyên wan e ku dewletên netewepest li ser esasê qurtandina mafên gel û pêkhateyan hene.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T8AtXZo3Y2Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>