​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê: 65 kesên din bi koronayê ketin, 4 jî mirin

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, 65 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 jî mirin.

​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê: 65 kesên din bi koronayê ketin, 4 jî mirin
12 mijdar, 2020   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, 65 kesên din li Sûriyê bi vîrusa korona (Covid-19) ketin û 4 pêketî jî mirin.

Li gorî daneyên wezaretê, hejmara pêketiyan bû 6 hezar û 486'an û hejmara miriyan jî bû 333'yan.

(bb)