Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 sivîlên din revandin

Çeteyên navê "Nixba" li xwe dikin ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, li Efrînê 4 sivîlên din revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 sivîlên din revandin
12 mijdar, 2020   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Efrînê ragihandin ku çeteyên navê "Nixba" li xwe dikin ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, li Efrînê 4 sivîl ji gundê Emara ya navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin ev in: Alî Mistefa, Hanan Mistefa, Mistefa Hanif û Henîf Îbrahim.

(bb)

ANHA