Nadine Menza serdana Minbicê kir

Cîgira Serokê Komîsyona Azadiya Olan a Navneteweyî ya DYA’yê (USCIRF) ya Navneteweyî Nadine Menza asta azadiyên olî û civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nemaze li Minbic û gundewarê wê, bi dilxweşî pêşwazî kir.

Nadine Menza serdana Minbicê kir
12 mijdar, 2020   18:13
MINBIC

Cîgira Serokê Komîsyona Azadiya Olan a Navneteweyî ya DYA’yê (USCIRF) ya Navneteweyî Nadine Menza piştî serdana xwe ji bo saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê, kongreyeke çapemeniyê li bajarê Minbicê li dar xist. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo di kongreyê de amade bû.

Şêxo bi bîr xist ku Nadine Menza di gera xwe de serdana sazî û komîteyên xizmetguzarîyê wekî; şaredarî, meclisên herêmê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Komîteya Aborî û Çandinî, Komîteya Malî û Komîteya Jinê kir û bi van komîte, deste, buroyên Meclisa Rêveber û Buroya Rêxistinên Kar û Barên Mirovî re civiyan. Di civînan de mekanîzmeya kar û xebatên sazî û komîteyan hatin şîrovekirin.

Cîgira Serokê Komîsyona Azadiya Olan a Navneteweyî ya DYA’yê (USCIRF) ya Navneteweyî Nadine Menza kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya ji bo Minbicê anî ziman û diyar kir tecrubeya li van herêman cuda ye ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û rêveberiyên xwe yên xweser û sivîl ava kirin.

Nadine Menza pesnê cudabûna vê tecrûbeyê da ku hemû ol û bawerî bi azadî û rêzdarî bi hev re dijîn, her wiha pesnê rola jinê di saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê da.

Nadine Menza destnîşan kir ku wê beşdarbûna wekhev a hemû pêkhate, etnîk, mezhebên ji Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez di hemû deste û saziyên rêveberiyê de dît. Her wiha got ku wê agahî bihîstin ku malbatên xirîstiyan ên ji bajar di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hêvî kir ku vegerin bajarên xwe û beşdarî rêveberiyê bibin.

Nadine bal kişand ser astengiyên ku li pêşiya rêveberiyên sivîl derdikevin bi taybet gefên Tirkiyê û destnîşan kir ku bi pêwîst e îtîrafa siyasî bi van rêveberiyan bête kirin. Nadine Menza diyar kir ku ew wêneya van herêman veguhêzin rêveberiya Amerîkayê her wiha wê tê bixebitin ku van tewsiyetan bigihînin rêveberiya Amerîkayê ji bo ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Her wiha teqez kir ku ew ê zextê li rêveberiya Amerîkayê bikin da ku Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û zextê li civaka navnetewî bikin da ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deynin.

(bb)

ANHA