Rêveberiya Xweser 30 zarok radestî Rûsyayê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 30 zarokên DAIŞ'î radestî şandeya Rûsya kirin.

Rêveberiya Xweser 30 zarok radestî Rûsyayê kirin
Rêveberiya Xweser 30 zarok radestî Rûsyayê kirin
Rêveberiya Xweser 30 zarok radestî Rûsyayê kirin
12 mijdar, 2020   17:00
QAMIŞLO

Li ser banga domdar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya vegerandina hemwelatiyên xwe yên ku nava DAIŞ'ê de bûn û di girtîgehên QSD'ê û kampan de ne, 30 zarok radestî Federasyona Rûsyayê ya ji bo Mafên Zarokan hatin kirin.

Di vê çarçoveyê de civînek ji çapemeniyê girtî di navbera Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer û cîgirên, cîgira seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Derya Remedan, alîkarên Serokê Federasyona Rûsyayê ya ji bo Mafên Zarokan Larisa Nikolaevina û Helena Alexandrovna de pêk hat.

Di civînê de herdu aliyan belgeya radestkirin û wergirtinê îmze kir, piştre kongreyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer di kongreyê de got: "Me 30 zarokên rûsî yên ji malbatên rêxistina DAIŞ'ê radestî Serokê Federasyona Rûsyayê ya ji bo Mafên Zarokan kirin. Em di Rêveberiya Xweser de texmîn dikin ku cihê wan zarokan ne kamp in, divê di hawirdoreke ewle de bijîn. Hiştina wan zarokan li kampên DAIŞ'ê dê nifşekî nû yê terorîst ava bike."

Aliyên rûsî jî spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku bi wan re bû hevkar û zarokên sêwî li welatên wan vegerand.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xh3XdYSy82g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>