Li bajarokê Hiwayc Bomesa ê Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê mayinek ku ji dûr ve tê teqandin, li bajarokê Hiwayc Bomesa yê li rojavayê Dêrazorê bê bandor kir.

Li bajarokê Hiwayc Bomesa ê Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin
12 mijdar, 2020   14:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Li ser agahdariya şêniyekî herêmê ku tiştekî biguman li ser rêya sereke ya ku digihêje bajarokê Hiwayc  Bomesayê heye, hêzên me û tîma pispor a bêbandorkirina mayinan bi lez berê xwe da cihê bûyerê.”

Navendê bi bîr xist ku piştî dîtina tiştê biguman, hêzên sivîl ji cihê bûyerê dûr xist û piştre bê zirar mayin bê bandor kir.

(şx)

ANHA