SOHR: Hêzên hikumeta Şamê bi lihevkirinekê dê derbasî bejahiya Derayê bibin

 SOHR’ê ragihand ku lihevkirinek di navbera hêzên Feyleqa Pêncemîn a alîgirên Rûsyayê û rûspiyên bajarê El-Kerk ê gundewarê Derayê de çêbûye. Li gorî lihevkirinê, hêzên hikumeta Şamê dê bikevin herêmê û di nav bajêr de lêgerînê bikin û kesên dixwazin bigirin.

SOHR: Hêzên hikumeta Şamê bi lihevkirinekê dê derbasî bejahiya Derayê  bibin
12 mijdar, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha da zanîn: “Îro civînek di navbera hêzên Feyleqa Pêncemîn û rûspiyên El-Kerka a rojhilat û Firqeya Çaremîn a girêdayî hêzên hikumeta Şamê de çêbû. Li gorî lihevkirinê hêzên hikumetê dê bi çavdêriya Feyleqa Pêncemîn derbasî El-Kerk bibin û di 19 malan de lêgerînê bikin. Beyî ku êrişî welatiyan bikin."

Hêzên hikumeta Şamê duh sibê bajarokê El-Kerk ê li gundewarên rojhilatê Derayê dorpêç kir û derbasî nava bajar bûn.

Ji demekê ve li Derayê nakokî di navbera hêzên hikumetê yên alîgirên Îranê û komên çekdar de yên ku piştî lihevkirinên çareseriyê tev li Rûsyayê û Feyleqa Pêncemîn bûn, rû didin.

(şx)