Îsraîl beriya destpêkirina Joe Biden erkê xwe li El-Difa avakirina avahiya zêde dike

Rojnameya Haaretz eşkere kir ku Îsraîl dixwaze ku li El-Difa ya rojava berî destpêkirina Joe Biden erkê xwe di serokatiya DYA`yê de avakirina avahiyan li zêde bike.

Îsraîl beriya destpêkirina Joe Biden erkê xwe li El-Difa avakirina avahiya zêde dike
12 mijdar, 2020   09:32
XEZA

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumetê ji şaredariyên Îsraîlê xwest ku li ser xurtkirina nexşeyên avahiyan li Quds û El-Difa ya rojava bixebitin berî ku Joe Biden serokê nû yê DYA`yê wek serok sond bixwe û dest pê bike.

Li gorî rojnameyê Îsraîl xwe ji senaryoya xirabtirîn re amade dike, ew jî cemidandina avahiyê li taxên hestiyar li gel filistîniyan bi tevahî li ser daxwaza Biden û qedexekirina tevahî avakirina li tax û cihên derveyî Xeta Kesk (derveyî Îsraîlê).

Rojnameyê diyar dike ku Biden dema ku cîgirê serok Barack Obama de roleke girîng di cemidandina avahîsaziyê de li Qudsê lîst. Her wiha dema Biden serdana Îsraîlê di sala 2010'an de kir, komîteya avakirinê li Qudsê nexşeyek ji bo avakirina hezar û 800 avahiyên nû li taxa Ramat Shlomo li Qudsê belav kir. Ev yek bû sedema acizbûna Biden û rayedarên payebilind di rêveberiya Obama de.

)dm)