Şaredarê Bercetoyê ya Îtalyayê daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan kir

Şaredarê bajarê Berceto yê Îtalyayê daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Şaredarê Bercetoyê ya Îtalyayê daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan kir
12 mijdar, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şaredarê bajarê Berceto yê Îtalyayê Lûîgî Lûcchî daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Şaredar Lûîgî Lûcchî jî bû yek ji wan kesayetan ku daxwaza azadiya rêberê Abdullah Ocalan kir.

Şaredariya Bercetoyê par welatîbûna rûmetê dabû rêber  Ocalan. Her wiha navê hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef li pirekê kiribû.

Rayedarên Tirk piştî merasîma welatîbûna rûmetê ya Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan dabû. Lûcchîn têkildarî vê nerazîbûnê jî gotibû: "Yên ku nerazîbûnê nîşan didin ew hêz in ku demokrasî têk birine. Careke din eşkere bû ku tişta me kiriye rast e."

Lûcchî got: "Rêberê Kurdan 21 sal e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyaran dike."

Lûcchî diyar kir ku divê dinya modela jiyana hevpar a gelên li Rojava cidî bişopîne û destnîşan kir ku ev model dikare bibe mînak.