Li seranserê cîhanê zêdetirî 51 milyon kes bi koronayê ketine

Li cîhanê zêdetirî 51 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine, her wiha hejmara miriyên bi koronayê gihaşt milyonek û 279 hezar kesî.

Li seranserê cîhanê zêdetirî 51 milyon kes bi koronayê ketine
12 mijdar, 2020   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, li ser asta cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) gihaşt zêdetirî 51 milyon kesan û hejmara kesên bi koronayê mirine gihaşt milyonek û 279 hezarî.

Welatên ku herî zêde pêketî û mirî lê hene wiha ne:

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: 10 milyon û 276 hezar pêketî, 239 hezar mirî.

Hindistan: 8 milyon û 636 hezar pêketî, 127 hezar mirî.

Brezîlya: 5 milyon 700 hezar pêketî, 162 hezar mirî.

Fransa: Milyonek û 865 hezar pêketî, 42 hezar mirî.

Rûsya: Milyonek û 836 hezar pêketî, 31 hezar mirî.

)dm)