Li Hollandayê êrişek li dijî balyozxaneya Erebistana Siûdî pêk hat

Vê sibehê, êrişek bi guleyan li dijî balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Hollandayê pêk hat.

Li Hollandayê êrişek li dijî balyozxaneya Erebistana Siûdî pêk hat
12 mijdar, 2020   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ragihand ku berbanga vê sibê êrişek bi guleyan li dijî balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Hollandayê pêk hatiye. Polîsan diyar kir ku dest bi lêpirsînê kirine û tu zirar çênebûye.

Polîsên Hollandayê destnîşan kir ku êriş li Lahey beriya saet 06:00`an pêk hatiye lê detayên din eşkere nekirin.

(şx)